Gelo li Washîngtonê ji bo Kurdan çi tê axaftin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê nû yê Amerîkayê Biden ku kesayetekê nêzîkê Kurdan tê nasîn hêdî hêdî kabîneya xwe ava dike.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê nû yê Amerîkayê Biden ku kesayetekê nêzîkê Kurdan tê nasîn hêdî hêdî kabîneya xwe ava dike. Gelo li Washîngtonê ji bo Kurdan çi tê axaftin? Heyama Biden dê bandoreke çawa li ser girîngiya Kurdistanê ya li rojhilata Navîn û herêmê biket. Pisporên Kurd yên ku li Washîngtonê vê mijarê ji nêz ve dişopînin amaje dikin ku heyama Biden ji bo Kurdan fersendeke mezin e û pêwîste Kurd vê fersendê baş bikarbînin.

Rojnamevanê Dengê Amerîka Mutlu Çîvîroglu ji Kurdistan24 re dibêje, "Biden wek siyasetvanekî xwedan tecrübe, li ser pirsa Kurdî gellke agahdar e û serwext e. Pirsa Kurdî baş dizane bi rêveberên Kurdan re danûstdandin kiriye û serdena herêm Kuridistanê kiriye. Rêveberiyeke herî guncav ji bo kurdan tê ku ji o kurdan hindek avantajan hindek derfetan pêk bîne. Mirov dikare pêşbînî bike ku rewşa heyî li washîngtonê dê hîn baştir be ji bo kurdan"

Bi boçûna Prof.Dr. Bîlal Sambûr jî dê rêveberiya Biden dê li Rojhilata Navîn taybetî bi Kurdistanê re ji nêz ve kar bike, û dê bandora Bexda ya li ser Kurdistane lawaz bike.

Pisporê Pêwndiyên Navdewletî Prof. Dr. Bîlal Sambûr dibêje, "Biden li Rojhilata Navîn dê zêdetir bi Kurdan re eleqedra bibe û dê bi rêveberiya Kurdstanê re zêdetir xwe nêzîkê hev bikin. Biden destûrê nade rêveberiya Bexdayê li ser rêveberiya Kurdistanê zordestî û mafxweriyê bike. Li Sûriyê jî ji bo ku Rûsya bihêz nebe, DAÎŞ careke din çalak nebe û rejîma Esad bandora xwe zêde neke dê pêwendiyên bi Kurdan re xurttir bike. Ger Kurd di nava xwe de yekrêziyekê ava bikin dê Biden bibe Fersendeke mezin o Kurdan."

Herwiha beriya ku Joe Biden bibe serokê Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe da ragihandibû ku hewceye piştgiriya Kurdan bê kirin û operasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî bi tundî şermezarkiribû. Li gel vê yekê dema ku Biden di heyama serokatiya Obama de di postê cîgirserokatiyê de bû serdana Kurdistanê

kiribû, bi serok Mesud Barzanî re û reveberiya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû û parlementoya Kuridstanê de axaftibû.