Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê di xebat û şoreşê de xwedî roleke mezin e

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî sekreter û endamên yekîtiyê kir.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî sekreter û endamên yekîtiyê kir.

Peyma Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê.

Bi helkefta 68. salvegera damezrandina yekîtiya we, Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû afret û jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê, wekî rêxistineke pêşeng ji bo çespandin û desteberkirina mafên afretan, rêxistineke têkoşer û xwedî dîrok e û rola xwe li şoreş û xebata gelê me ya li qonaxên cûda cûda de hebûye. Her li palpiştîkirina şoreş û Pêşmerge heta hişyarkirina jinan û berevanîkirina li mafên wan.

Ew çaverêyî herdem li Yekîtiya Afretên Kurdistanê heye ku li gel rêxistinên cemaweriyên din fakterê bihêz bin ji bo pêşxistina jiyana medenî û çanda pêkvejiyan û nehiştina tundiya civakî û malbatî û her wiha kûrkirina hizr û bîra neteweyî û niştimanperweriyê.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî