Parêzgarê Neynewa: Divê em parêzgeha xwe weke Herêma Kurdistanê ava bikin

Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî ji rojnameyeke Erebî re ragihand; ji bo avakirina parêzgehê, divê sûdê ji tecrubeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigrin.
Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî
Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî ji rojnameyeke Erebî re ragihand; ji bo avakirina parêzgehê, divê sûdê ji tecrubeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigrin.

Parêzgeha Neynewa, bi taybetî bajarê Mûsilê ku navenda parêzgehê ye, ji ber dagirkirina ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di sala 2014an de û piştre şerê kontrolkirinê, beşeke wê ya mezin wêran bûye û çend milyar dolar pêwîst e ji bo ku were avakirin.

Necm Cibûrî ji rojnameya Sebah a Erebî ya nîvfermî re axiviye û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku berê xwe bide veberhênanê weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Parêzgeha Neynewa were avakirin.

Gotinên Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî di demekê de ye ku şarezayên aborî diyar dikin, buhayê zirarê ku ji ber şerê DAIŞê li parêzgehê ketiye, 15 milyar dolar e, lê Parêzgarê Neynewa ji rojnameyê re ragihandiye ku li gor pêşbîniya wî 7 milyar dolar ji bo avakirina parêzgehê biçe.

Avakirina Parêzgeha Neynewa dest pê kiriye, lê ne di asteke bilind de ye û her çiqas di sala 2017an de bi fermî bidawîbûna DAIŞê li Iraqê hat ragihandin, duh roja înê 11ê Kanûna 2020an, Fermandariya Polîsê Parêzgeha Neynewa hat vekirin, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû wêrankirin.