Luqman Mihemed: Huner zimanê gelan ê derbirîn, pêwendî û belgekirinê ye

Şêwekarê kurd ê Efrînî Luqman Mihemed bi tablo, reng û xêzên xwe mirovan dixe cîhaneke xeyalî.
Şêwekar Luqman Mihemed
Şêwekar Luqman Mihemed

Hewlêr (K24) – Hunera şêwekariyê amûreke bilind û gotareke rewşenbîrî ye, tê de hunermend bîr û hestên xwe derdibîrîne û hewl dide ku madeyên xam veguherîne formên xweşik û balkêş. Hunermend bi reng û xêzan, peyameke dîtbarî digihîne civakê.

Şêwekarê kurd ê Efrînî Luqman Mihemed ku niha ji ber rewşa şerê Sûriyê wek piraniya kurd û sûriyan bi neçarî cih û warê xwe hîştiye û koçber bûye, niha ji çend salan ve li Stenbolê dimîne, lê ti carî koçberî û penabertî li pêş huner û dahênana wî nebûye rêgir ku niha berdewamiyê dide hunera xwe. Bi reng û xêzên xwe temaşevan dixe cîhaneke xeyalî, tê de hest, bêdengî û derkandin pêrgî hev tên. Firçeya wî li ser rîtmên reng û ronahiyê sema dike. Tabloyên wî jî hêvî, geşbînî û berbangê di nava xwe de hildigire, ta ku jê ve li zeviyên welatekî hilê. Li gor çavdêr û rexnevanan, Luqman Mihemed xwedî behreyeke cuda ye û reng û ronahî di tabloyên wî de bi şêweyeke gelekî xweşik li hev dibanin. Di vê derbarê rexnegirê diyar ê rojavayê Kurdistanê Xerîb Mela Zelal li ser şêwekar Luqman Mihemed dibêje: “Luqman Mihemed endezyariya pêwendiya di navbera reng û ronahiyê de vedigerîne.” 

Şêwekarê Efrînî Luqman Mihemed li Helebê hunera şêwekariyê xwend û endamê Yekîtiya Şêwekarên Sûrî ye, ji sala 2010 ve di navbera Heleb, Şam û Stenbolê de beşdarî di gelek pêşangehan de kiriye, çi tekane û çi bi komî bin.

Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed

Hunermend Luqman Mihemed çawa dest bi Şêwekariyê kir û çi bala wî kişand ser vê hunerê?

Dema min dest bi lêgerîna li alav û zimanekî pêwendiyê kir, da ku hest û sîmayan li xwe sivik bikim, zimanê nîgarkêşiyê ez ber bi xwe ve kişandim, ta ku tiştên di xeyalên xwe de derbikim, ji ber ku zimanê nîgarkêşiyê hêzeke wê ya bandorkirinê û derbirandinê heye.

Her hunermendek xwedî peyamekê ye, baweriya wî bi dozekê heye û xebatê ji bo wê dike, tu çi peyamê dixwazî bi rêya tabloyên bigihînî? Luqman Mihemed çawa babet û rengên tabloyên xwe hilbijêre? 

Rastiya hestên ku hunermend di tabloyên xwe de berceste dike, ne wek yên nivîskar yan helbestanan e, ew hestine cuda ne. Hunermend erkê wî ne tenê gurkirina hevkêşeyan e, belkû bicihkirina bedewî, rastî û dadweriyê di tabloyên xwe de ye. Ji bo min, hewl didim bi ronahiya dîtbar bixim ser bedewiyê û wê di cîhaneke xeyalî û cadûyî de pêşkêş bikim.

Bajar û cihine ji reng û ronahiyê di tabloyên te de dibînin ku bi xewnên utopya re tevlî hev in, ma tu ji bicihbûna xewnan bê hêvî bûyî, vêca tu diçî li tabloyan bajarine xewnî dadimezirînî?

Destêpêkê û dema dest bi xêzkirina tabloyeke nû dikim, li ser têla tevgera rengan û ronahiyê dilîzim. Ronahiya ku bi nerîn û daxwazên min yên navxweyî re digunce, dixim ser dîmenê. Wiha û bê bîroke yan lêkolîneke pêşwext, xwe didim dest xeyalên xwe. Belkû rasterast bi xama sipî re, dest bi xêzkirinê dikim.

Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed

Pirsgirêka têgihîştina û tênegihîştina tabloyên şêwekariyê ji bo temaşevanan çi ye, rola şêwekar û temaşevan di vir de çi ye?

Bajar û cihên vekirî di piraniya tabloyên min de serdest in. Ew ji bîrokeya girêdana mirov bi cih û demê ve tê. Tabî ew ne tim ji min re ne mercek e, ji ber ku her hunermendek hewl dide ber bi nûkirin ve û lêgerîna berdewam a li bîroke û xêzan û pêşxistina wan ve biçe. Lê derbarê pirsa te ya li ser hêviyê, dikarim bibêjim, dema xêz dikim, hêviyeke nû diafirînim.

Jin bi giştî û dayik bi taybetî mijareke sereke ya berhemên şêwekaran e, tu wek hunermendekî kurd, çawa jin û dayika kurdî, bi taybetî di vê serdema dijwar de xêz dikî?

Têgihîştin, li gorî rewşenbîriya her temaşevanekî ye. Li vir dikarim bibêjim, her ku asta rewşenbîrî, zanîn, kûrahî û girîngîpêdana bi bedewiyê li cem temaşevan bilind be, têgihîştin û zanîna wî bi wateya tabloyê zêde dibe. Ji ber wê, divê her temaşevanek li gor nerîna xwe tabloyê bixwîne û bi riya hişmendiya xwe ya dîtbarî, çêja wê bike.

Hebûna wêneya jinê di hilberîna giştî ya afirîneran de, hebûneke geş a tijî hezkirin, bedewî û bipît e. Ji ber vê yekê tu dibînî ku piraniya hunermendan hewl didin wê xêz û lêkolînan bikin, da ku wêneya jinê ya di hunerê de wekî pêkhateyeke bi nirx û bi wate pêşkêş bikin. Herwiha ev dihêle ku xeyala hunermend, hest bi romantîkiya rengan û sembolîzma evînê bikin. Ji bo min, ez wê bi serbilindiya wê û rola wê ya mezin di civakê de, weke mîrateke çandî diyar dikim.

Hunera şêwekariyê bi reng û xêzan dikare rewş, bûyer û dîroka gelan di tabloyan de belge bike?

Tabî huner bi hebûna mirov re heye. Destpêkê, mirov hunera xwe bi riya xêzkirina li dîwarên şikeftan belge kir û pirsgirêkên civakê ji aliyê olî, siyasî û civakî ve anî ziman. Ji ber vê yekê, huner zimanê gelan ê pêwendiyê, derbirîn û belgekirinê ye.

Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed

Bi nerîna te, di vê rewşa berela û nebûna rexnegiriyê de, temaşevan çawa dikare karê ciyawaz binase?

Cudakirin û ciyawazî wek me pêştir gotiye, di serî de li gor asta rewşenbîrî ya temaşevan e. Qerebalixî, nebûna renxegir û derketina tora civakî, hîşt ku her kesê behremend, nebehremend û şareza berhemên xwe li tora civakî pêşan bidin, wê yekê jî ronakiya şêwekariyê têk da. Bê hebûna çavdêr û rexnegir, hîşt ku ev tibaba mezin a berelabûnê derkeve.

Endametîbûna ji komele û rêxistinên hunerî re, tu dibînî ku bandora wê ya erênî heye, yan tu dixwazî azad di esmana hunerê de bifirî.

Ev cure endametîbûn, dikare hin dostanî û hezkirinê bide, lê li hemberê kesayetî û serxwebûna te ji te distîne. Ji ber wê ez dibînim ku ew xwekuştina hunermend e. Di pişt re jî bindestî, radestbûn tê, herwiha hunermend nikare bi azadî biryaran bide.

Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed

Huner amûreke danûstendinê, pira diyalogê û afirîneriyê di navbera çandên cuda de ye, vêca îro girîngiya hunerê çi ye, şêwekarê kurd kariye bi hunera xwe dozên me bigihîne cîhanê?

Belê, ew amûreke bi bandor a nêzîkkirina nêrînan û pêkvejiyanê di navbera çandên cuda de ye. Hunermendên kurd jî her dem hewl didin dozên xwe bigihînin cîhanê. Heger niha rola wê ne di asta daxwazan de ye, lê dibînim ku di pêşerojeke nêzîk de dê bihêz be. Ev nerîna pişta xwe wê dibeste, ji ber ku pencemora wan taybet û jîrbûna wan di qada hunerî de xurt e.

Pirsek ku gelek caran tê dubarekirin, tu çawa tevgera şêwekariyê ya kurdî, bi taybet a rojavayê Kurdistanê dinirxînî?

Tevgera şêwekariyê li rojavayê Kurdistanê, tevgereke girîng e. Dibînim ku ew gelekî çalak, bi bandor û afrîner e. Beşek ji şêwekaran gihîştina asta cîhanî û bandora wan li ser asta herêm û Rojhilata Navîn bihêz e, ev jî cihê şanaziyê ye.

Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed

 

Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed
Tabloyeke şêwekar Luqman Mihemed