3 welatiyên Dêralûkê di bombebarana firokeyên Tirkiyê de hatin kuştin

Ew her sê kes 8-9 roj in winda û îro termên wan hatin dîtin.

Hewlêr (K24) – Piştî lêgerîna du rojan li 3 welatiyên navçeya Dêralûk a ser bi Amêdiyê ve, îro termên wan li devereke dûr ji aliyê xizmên wan ve hatin dîtin ku bûbûn armanca firokeyên şer ên Tirkiyê.

Peyamnêrê K24ê li Amêdiyê da zanîn, ew her sê kes ku 8-9 roj in winda ne, ji du rojan ve malbatên wan li wan digerin. Îro termên her sê kesan li deveke dûr ku çekdarên PKKê lê hene hatin dîtin. Hat zanîn ku di encama bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê de hatine kuştin.

Rêveberê Nahiya Dêralûkê Samî Oşana ji K24ê re got, "Îro termên wan her sê kesan ji aliyê kesûkarên wan ve hatin dîtin. Nayê zanîn bê çima her sê welatî ji bo çi sedemê çûne wê derê, lê xuya ye ji bo nêçîriyê çûne.”

Oşana got: "Ji ber dûrî û zehmetiya wî cihî, xizmên wan hîna negihaştine Dêrelûkê û piştî vegera wan, dê termên wan ji Bijîşkê Dadî re bên şandin."

Li gorî agahiyên Kurdistanê 24, ew her sê kesên bûne qurbanî, navên wan wiha ne: Hesen Sadiq Zêrê Têrwayî, Muhsin Spêrî Nêrweyî, Sefer Sînî Nêrweyî.