Serok Barzanî pêşwazî li şandeyê taybet ê Serokê Filistînê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Lîwa Cubrayîl El Recub Şandeyê Taybet ê Serokê Filistînê û Emîndarê Giştî yê rêxistina Fetih kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Lîwa Cubrayîl El Recub Şandeyê Taybet ê Serokê Filistînê û Emîndarê Giştî yê rêxistina Fetih kir.

Di hevdîtinê de ku Nezmî Hizûrî Konsolê Filistînê li Hewlêrê amade bû, Şandeya Taybet ya Serokê Filistînê silavên taybetî yê Mehmûd Ebas Serokê Filistînê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Filistîn û gelê Kurdistanê, sosretmayina xwe jî bi geşbûna Herêma Kurdistanê ya li deh salên derbasbûyî de nîşan da û ragihand ji bilî hebûna kêşeyên mezin û şerê Da'îş û gefên din, lê belê Herêma Kurdistanê hengavên baş yên ber bi pêşketinê ve avêtine.Li beranber de Serok Barzanî spasî Mehmûd Ebas Serokê Filistînê kir û pêzanînên xwe ji bo piştevanî û hevsoziya gelê Filistînê û azadîxwazên Filistînê hebû ku li rojên teng da palpiştê xebata gelê Kurdistanê bûne.

Her li vê civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin nirxandin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan kirin.