Zanyariyên nû derbarê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge de

Carekê din PKKê li sînorê parêzgeha Duhokê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû.
Dîmeneke gundê Dêriş li Amêdiyê ku PKKê şeva borî lê êrîşî Pêşmerge kiribû
Dîmeneke gundê Dêriş li Amêdiyê ku PKKê şeva borî lê êrîşî Pêşmerge kiribû

Hewlêr (K24) – Carekê din PKKê li sînorê parêzgeha Duhokê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû.

Peyamnêrê K24ê li devera Amêdiyê da zanîn, şeva bûrî li gundê Dêrşî yê ser bi Amêdiyê ve, hejmarek ji gerîlayên PKKê bi otomobîlê li xaleke Pêşmergeyan dan û ranewestiyan. Piştre jî gule li wê xala kontrolê reşandin. Di encamê de Pêşmergeyekî bi pileya Molazim Yekem bi navê Abdilrehman Emîn bi nasnav (Cahîd) şehîd bû. Ew efserê hêza Pêşmerge, Cîgirê Fermandarê Yekîneya 2 ya Fewca 3 ya Zêrevanî bû û di şerê DAIŞê de xwedî roleke girîng bû.”

Berî niha di 4 /11 / 2020 de li nahiya Çemankê jî PKKê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kiribû û Pêşmergeyek şehîd bû û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Piştî raperînê, PKKê çendîn caran şerê hêzên Pêşmerge û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ragihand. Her wiha ji ber hebûna bargehên PKKê li deverên sînorî, Tirkiye bi berdewamî wan navçeyan topbaran û bombebaran dikin û ev jî bûye sedema gelek ziyanên canî û madî çêbibin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran hişyarî daye PKKê ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire û şer ji nava Herêma Kurdistanê dûr bixe, lê belê vê her ew vê yekê nake, bi ser de jî êrişî ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike ku erkê wê parastina Herêma Kurdistanê ye.