Heseke bê av e û welatî daxwaza çareseriyê dikin

Artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji heyama 23 rojan ve av li ser Hesekê qut kirine. Welatî ji Rêveberiya Xweser dixwaz dikin ku pirsgirêka nebûna avê çareser bike.
kurdistan24.net

Heseke (K24) – Artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê kar li navenda Elok ji heyama 23 rojan ve rawestandina, loma av li ser bajarê Hesekê û gundewarê hatiye qutkirin. Welatî dibêjin ku rewşa wan pir zehmet e û karînên her kesî tune ye ku rojane avê bikirin. Herwiha ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin ku pirsgirêka nebûna avê çareser bike.

Ev 23 roj in bajarê Hesekê bê av e. Kirîza avê bi dawî nabe û gazinên welatiyan roj bi roj zêdetir dibin. Lêgerîna li avê bûye karekî sereke li cem welatiyên ku kirîna avê barê wan giran kiriye, ji ber ku her bermîlek av bi hezar Lîreyên sûrî tê kirîn. Ava ku tê kirîn jî, ava tehl e û ji bo vexwarinê nayê bikar anîn. Welatiyên ku ji heyama salekê ve zehmetiya avê dikşînin dibêjin, rewş nema tê qebûlkirin û divê Rêveberiya Xweser pirsgirêka avê çareser bike.

Ji bo çareserkirina kirîza avê, Rêveberiya xweser nêzî 50 bîrên avê li gundewarê Hesekê li Himayê amade kiribû û 20 hezar mitro sêcar av rojane ji bo tevahiya Hesekê peyda dikir. Lê piştî 3 mehan ji kar, projeya reveberiyê hate rawestandin.

Hevseroke Desteya Avê li Hesekê Nidal Mehmud dibêje ew hewl didin projeyên nû yên avê amade bikin, lê kirîza avê mezin e loma karînên mezin pêwîst dikin.

Jêdera ava Hesekê, navenda Elok e ku li gundewarê bajarê Serê Kaniyê dikeve. Piştî dagirkirina bajêr ji zêdeyî salekê ve, ev cara 9emîn ku kar li navendê ji aliyê artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê rawestandin û di encamê de nêzî yek milyon kes li Hesekê û gundewarê wê bê av dimînin.