Şanda Herêma Kurdistanê ligel Nûrî Malikî civiya

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî civiya û Malikîd piştevaniya xwe li gelê Kurd nîşan da.
Nûrî Malikî pêşwaziya Şanda Herêma Kurdistanê kir, wêne: rûpela Nûrî Malikî ya Facebookê
Nûrî Malikî pêşwaziya Şanda Herêma Kurdistanê kir, wêne: rûpela Nûrî Malikî ya Facebookê

Bexda (K24) – Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî civiya û Malikîd piştevaniya xwe li gelê Kurd nîşan da.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Nûrî Malikî ya li ser naveroka civînê, Malikî di civînê de tekez kiriye li çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê, herwiha cîbicîkirina bingehên destûrê bêyî sepandina nêrîna ti aliyekî, ji bo pêkanîna berjewendiyên gelê Iraqê ji hemû aliyan ve.

Di civînê de ku tê de behsa geşedanên herî dawî yên rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û peywendiyên Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, Nûrî Malîkî tekez kiriye ku piştevaniyê li gelê Kurd dike bi awayekî ligel bingehên yasa û destûrê bigunce.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ji aliyên siyasî daxwaz dike ku hewldanên xwe zêde bikin û gotûbêjên zêdetir ji bo rêkeftina li ser yasaya dabeşkirina çavkaniyên sirûştî bikin li Parlementoya Iraqê.

Şanda Herêma Kurdistanê, bû 6 roj in li Bexdayê ye ji bo bigihin çareseriya bingehîn bo mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha rêkeftina li ser budceya 2021ê ya Iraqê.