Kaya: AK Partî bi rêbazeke nû dest bi hewla çareserkirina pirsa Kurd dide

Di van rojên dawiyê de li Tirkiyê egera destpêkirina pêvajoyeke nû tê nîqaşkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di van rojên dawiyê de li Tirkiyê egera destpêkirina pêvajoyeke nû tê nîqaşkirin. Li gorî zanyariyên digihin ber destê me, parlementerên berê yên AK Partiyê li Bakur bi nûnerên saziyên sivîl û berpirsên qada bazirganiyê re hevdîtinan dikin. Rayaderên Ak Partiyê yên Diyarbekirê dibêjin dê gavên nû bên avêtin. Rêveberên qada bazirganiya bajêr jî amaje dikin ku; Tirkiye dê bi şêwazeke nû siyaseta Kurd bişopîne.

Di 13ê Mijdara 2020an de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, ragihandibû ku ew dê di mijara hiqûq û aboriyê de çaksaziyan bidin destpêkirin. Piştî van gotinan, hin rayedarên AK Partiyê li Diyarbekirê li ser gavên ku nû bên avêtin û hêviyên Kurdan bi hin aliyên pêwendidar re hevdîtin pêk anîn. Serokê Rêxistina Diyarbekirê yê Ak Partiyê Suleyman Serdar Budak got; ji destpêka damezrandina partiya wan û heta îro her dem gav hatine avêtin û dê niha jî ji bo cîbicîkirina daxwazên welatiyan gavên nû bên avêtin.

Serokê Rêxistina Diyarbekirê yê Ak Partiyê Suleyman Serdar Budak ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji roja damezrandina xwe ve AK Partiyê pêşîvaniya guhertinekê dike. Di rastiya xwe de AK Partî, partiya şoreşan e. Serokomarê me got; dê li ser edalet û aboriyê çaksaziyên nû bikin. Bi gavên nû em dixwazin daxwazên gelê xwe cibicî bikin.”

Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku, AK Partî êdî dizane ku nikare bi polîtîkaya niha bigihe encamekê, lewra dê bi rê û rêbazeke nû dîsa pêvajoyekê bide destpêkirin. Ragihandina çaksaziyan û serdana rayedarên AK Partiyê ji bo Bakur wekî amadekariya pêvajoya nû tê nirxandin.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya dibêje; êdî rayedarên AK Partiyê jî dibînin ku ji ber pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên mafên mirovan, pirsgirêkên hiqûqî û mijarên navdewletî û pêwendiyên bi dewletên cîran re rê û rêbazeke nû pêwîst e. 

Mehmet Kaya diyar kir: “Niha rewşa aboriya Tirkiye xirab e. Wiha nameşe. Bi dewletên cîran re bazirganî kêm bûye. Derfirotina bo Herêma Kurdistanê nîve nîv kêm bûye.  Bi Yekitiya Ewrûpa re pirsgirêk hene. Êdî bi hin gavên ziman û çandê, Pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Divê Tirkiye ne tenê li navxwe li herêmê bi rêbazeke nû polîtîkaya Kurd bimeşîne. Rêveberiya Ak Partiyê jî van pirsgirêkan dibîne û li rêyeke digere.”

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurd ya di navbera salên 2013 û 2015an de xirab be jî ceribandik bû.  Gelek dewletên cîhanê jî bi ceribandinên wisa pirsgirêkên xwe çareser kirin û Tirkiye jî ceribandinek kir dê li ser van hewlan berdewam be. Ji ber ku Pirsgirêka Kurd êdî bûye mijareke navdewletî û bareke giran ê aboriyê ji bo Tirkiyeyê, tê gotin ku hêza Ak Partiyê heye tevî şirîkên xwe gavên nû biavêje.