Kurtefîlma "Şîn" li Ewropayê bû yekem

Kurtefîlma bi navê Şîn a derhênerê Kurd Mehmed Îsmaîl Çeçen di Pêşbaziya Kurtefîlman a Yekîtiya Ewropayê de xelata yekemînê wergirt.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Kurtefîlma bi navê Şîn a derhênerê Kurd Mehmed Îsmaîl Çeçen di Pêşbaziya Kurtefîlman a Yekîtiya Ewropayê de xelata yekemînê wergirt. Fîlm behsa Bendava Ilisu ya ku Hesenkeyf jî tê de 199 gundan dadiqurtîne, dike. Derhênerê Kurd dibêje di xebatên wî de felsefeya wî ya sereke ew e ku êş û pirsgirêkên neteweya xwe bigihîne hemû cîhanê.

Di 10. Pêşbaziya Kurtefîlman a Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê de kurtefîlma bi navê ŞÎN a derhenêrê Kurd Mehmed îsmaîl Çeçen xelata yekemînê bi dest xist. Fîlm behsa trajediyeke bakurê Kurdistanê dike ku bi çêkirina Bendava Ilisû ya ku Hesenkefy jî tê de 199 gundan dadiqurtîne dike. Tê ravekirin ku di gundên dimînin bin avê de bav li kurên xwe dikin wesiyet ku gund bimînin bin avê de jî bila gorên wan ji gund neyên veguhestin. Di vê çarçoveyê de trajediya kurek, bavek û bapîrek tê vegotin. Di fîlmê de 3 nifş hem di nav hev de, hem ji hev dur tên teswîrkirin ku wesiyeta bapîr nayê bi cîbicîkirin û gora wî tê veguhestin. Derhêner Mehmed Îsmaîl Çeçen amaje dike ku Bendava Ilisu tenê ji çarçoveya Hesenkeyfê hat dîtin û wî xwest ku dîmenê berfirehtir ê mexduriyeta Kurdan nîşan bide.

Mehmed Îsmaîl Çeçen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di pêvajoya çêkirina Bendava Ilisû de bala herkesî li ser Hesenkeyfê bû. Lê li gel Hesenkeyfê çîrokên dilsoj ên welatiyên derdorê hebûn. 199 gund dimînin bin avê de û bîranînên wan jî winda dibin. Gelek goristan bi îhaleyê ji aliyê dewletê ve li ser daxwazan hatin veguhestin. Gelek jê jî man bin avê de. Bavek ji kurê xwe re dike wesiyet ku wî li gund veşêrin û gora wî ranekin. Lê kurê wî di navbera wijdana xwe û wesiyetê de dimîne. Dilê wî ranagire ku gora bavê xwe di bin avê de bihêle. Piştî mirina bavê xwe careke din terme wî dibîne. Careke din ŞÎNê dijî.”

Lîstikvanê sereke yê kurtefîlma ŞÎN Arda Çeçen e. Trajediya ku tê vegotin ji çavê Arda tê nîşandan. Arda dibêje her çiqas di nava şert û mercên giran de wan ev fîlm kêşabe jî wî gelek ji lîstikvaniyê hez kiriye.

Arda Çeçen diyar kir: “Ez gelek kelecanî bûm dema ku min di fîlmê de dest bi lîstikvaniyê kir. Di nava şert û mercên zehmet de me kar kir. Hewa gelek sar jî bû. Lê min ji lîstikvaniyê hes kir. Ez dixwazim bibim lîstikvanek navdar.”

Di 10. Pêşbaziya Kurte Fîlman a Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropa de 90 kurtefîlm ji bo ku xelata yekemînê werbigrin ketin rikeberiyê ku mijara hemû fîlman li ser mafên mirovan bû. Şîn di nava 90 fîlman de tevî 11 fîlman derbasî qonaxa fînalê bû û bû yekem. Derhêr Îsmaîl Çeçen dibêje dema wan bihîst ku bune yekem gelek keyfxweş bune ku keda wan hatiye xelatkirin.

Derhêner Mehmed Îsmaîl Çeçen dibêje: “Me di meha Cotmehê de fîlma xwe rêkir bo pêşbaziyê. 90 kurtefîlm di pêşbaziyê de cih girtin. Hemu jî derbarê mafên mirovan de bun, dilsoj bun, behsa mexduriyetê dikirin. Dema ku fîlma me derbasî qonaxa fînalê bû baweriya me xurttir bu ku emê xelatê bi dest bixin. Di encamê de jî wisa çêbu. Em keyfxweş in ku serkeftinek wisa bi dest xist.”

Derhênerê Kurd Mehmed Îsmaîl Çeçen heta niha bi fîlmên ku wî çêkirine 12 xelat wergirtine û dide zanîn ku ew wek derhênerek di turikê xwe de êş û azarên Kurdan kom dike û van êş û azaran jî bi rêya fîlmê wek qêrînekê berz dike ku cîhan bi êşên Kurdan bihese.