Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihişte Enqerê

Fuad Husên li Enqerê ye
Fuad Husên li Enqerê ye

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro gihişte paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê, da ku ligel rayedarên Tirkiyê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tirkiyê gotûbêj bikin.

Biryar e roja pêncşema vê hefteyê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Tirkiyê bike.

Balyozê Iraqê yê li Enqerê Hesen Cenabî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên kiriye.

Berî niha jî li ser serdana Mistefa Kazimî, Balyozê Iraqê ragihandibû ku di wê serdanê de Mistefa Kazimî mijarên ewlehî, aborî, bazirganî û li ser mijarên av, sînor û vîzeya hatûçûna welatiyên her du welatan dê gotûbêj bikin.