Remzî: Hinek kes naxwazin danûstandinên Kurdî-Kurdî bi ser bikeve

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî derbarê êrîşên ser ofîsên ENKSê de axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî derbarê êrîşên ser ofîsên ENKSê de diyar kir: “Xuya ye, kesin hene, şepolek heye, teyarek heye di PYDê de naxwaze ev danûstandinên Kurdî-Kurdî herine serî û dixwazin van girjî, alozî û ne xweşiyan bigihin navbera tevgera Kurdî.”

Hesen Remzî ji bajarê Qamişlo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê êrîşên ser ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û ofîsên partiyên girêdayî ENKSê yên li rojavayê Kurdistanê de, ku di van demên dawî de tên encamdan, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Tevî ku di navbera aliyên Kurdî yên rojavayê Kurdistanê de diyaloga Kurdî-Kurdî heye, di van demên dawî de êrîşî ofîsên ENKSê têne kirin, Hesen Remzî li ser vê mijarê diyar kir: “Piştî rawestandina danûstandinên Kurdî-Kurdî ji aliyê şanda Amerîkî ve bi şêweyeke teknîkî, gelek berpirs û rayedarên PYDê derketin ser ragihandinê û dan xuyakirin ku ENKS bûye sedema rawestandinê û helwestên berevajî dan xuyakirin, lê belê piştî hatina Balyozê Taybet bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate Kurdistana Sûriyê û tekez kir li ser berdewamiya Kurdî-Kurdî.”

Hesen Remzî destnîşan kir: “Çend roj in girjî û êrîş û gef û şewitandina ofîsên ENKS û partiyan ser wê, têne şewitandin bi şêweyeke medlûs, mixabin, ev kiryarên wiha ne di xizmeta miletê Kurd de ye, miletê Kurd dilgiran dike, miletê ku çaverê ye ku ev tevgera siyasî bigihîne rêkeftineke guncaw, da ku miletê me jî jiyaneke seqamgîrî û aram bijîn.”

Remzî li ser êrîşên van demên dawî eşkere kir: “Xuya ye, kesin hene, şepolek heye, teyarek heye di PYDê de naxwaze ev danûstandinên Kurdî-Kurdî herine serî û dixwazin van girjî, alozî û ne xweşiyan bigihin navbera tevgera Kurdî.”

Li ser erkê aliyên desthilatdarên rojavayê Kurdistanê li hember van êrîşên ser ofîsên partiyên siyasî, Hesen Remzî destnîşan kir: “Mixabin heta îro çi kuştin û revandin û kiryarên wiha hatibin kirin, heta îro ji me re nehatiye diyarkirin, ji raya giştî re jî nehatiye diyarkirin, lê tenê bi soz in, dibêjin emê bişopînin. Lê mixabin ev çar pênc roj in şewata ku hatiye kirin û êrîşên ser ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên ser wê ve, ti nêrîn û ti biryar û ti agahî ji me re nehatine diyarkirin.”