Ji bo vegerandina jineke DAIŞî hêzeke taybet ji Swêdê hat Bexdayê

Hejmarek polîsên hêzeke taybet a Swêdê roja duşemê ji Swêdê hatine Bexdayê ji bo vegerandina jinek ku bi endambûna rêxistina DAIŞê tohmetbar e.
Jinek li Kampa Holê ya rojavayê Kurdistanê, wêne: arşîv, Maya Alleruzzo/AP
Jinek li Kampa Holê ya rojavayê Kurdistanê, wêne: arşîv, Maya Alleruzzo/AP

Hewlêr (K24) – Hejmarek polîsên hêzeke taybet a Swêdê roja duşemê ji Swêdê hatine Bexdayê ji bo vegerandina jinek ku bi endambûna rêxistina DAIŞê tohmetbar e.

Hêza ku hatiye Bexdayê, hêza taybet a niştimanî ya Swêdê ye û ji bo cîbicîkirina karên xeternak hatine perwerdekirin. Li gor raporteke radyoya Sweden, erkê wan ê vê carê ew bû ku jinekê ji Bexdayê vegerînin Swêdê.

Ew jin piştî vegerandinê, bi tohmeta endambûna rêxistina DAIŞê hat desteserkirin û niha ji aliyê berpirsên ewlehiyê ve di bin lêpirsînê de ye.

Radyoya Swêdî diyar dike ku heta niha eşkere nebûye gelo ev jin yek ji wan çend welatiyên Swêdê bû li Kampa Holê ya li rojavayê Kurdistanê hatibû desteserkirin an na.

Ji par ve hejmarek jin ku endamên DAIŞê bûn, bo Swêdê hatine vegerandin û hatine darizandin.

Li gor welatên din ên Ewropayê ku beşek ji wan daxwaz dikin welatiyên ku bûne çekdarên DAIŞê venegerin, Swêdê bernameyek pêşkêş kiribû ji bo vegerandina wan çekdaran û ji bo car din perwedeya wan bo tevlîbûna civakê.