Li Duhokê agir bi parzûngeheke sotemeniyê ket

Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû
Dîmenek ji cihê bûyerê
Dîmenek ji cihê bûyerê

Duhok (K24) – Li parzûngeha sotemeniyê ya li ser rêya Duhok – Zaxo şewat derket û di encama şewatê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî laşê wî şewitî û bo nexweşxaneyeke Duhokê hat veguhestin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê Alan Husên ji cihê bûyerê ragihand: “Navê kesê ku jiyana xwe ji dest da Rizgar Husên e û xelkê rojhilatê Kurdistanê ye û li parzûngehê dixebitî.”

Xwediyê parzûngehê Nîhad Feqo ji Kurdistan24ê re ragihand: “Heta niha jî sedema derketina şewatê ne diyar e. Ji bilî ku kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû, gelek ziyanên madî jî hene, heta niha jî agir nehatiye temirandin.”