Ava Stenbolê xelas dibe

"Bi rastî jî îsal gelekî kêm baran barî niha jî tê ragihandin ku pirraniya bendavên Tirkiyê vala bûn e."
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê piştî kêm barîna baranê, taybet li bendavên ku ava vexwarina welatiyan jê tên dabîn kirin, rêjeya avê gelekî daket û ligel nexweşiya koronayê vê yekê jî rê li ber metirsiyeke din vekir. Li gor amaran di bendavên Stenbolê de rêjeya tijebûnê wekî ji sedî 33 hatiye tomarkirin. Û heger bi vî awayî berdewam bike li Stenbolê têra 3 mehan av maye. Taybet ji ber koronayê pêdiviya avê gelekî zêdetir bûye û bo ku av bi sexberî bê bikaranîn bi berdewam li ser televizyon jî hişyarî tê dayîn.

Welatiyek ji Kurdistan24 re dibêje, "Bi rastî jî îsal gelekî kêm baran barî niha jî tê ragihandin ku pirraniya bendavên Tirkiyê vala bûn e. Ev yek bo bajarekî wekî Stenbol metirsiyeke gelekî mezin e. Divê bi qasî ku ji destê me tê em avê beyhûde ne mezêxin. Hêvîdarim di zûtirîn dem de baran bi bare."

Li aliyekê bo xwe parastina ji nexweşiya koronayê berdewam şûştina destan tê pêşniyarkirin û li aliyekê jî bo ku av zû xelas nebe bi sexberî bikaranîna avê tê handan. Welatî jî amaje dikin ku ji ber xwe parastinê ew neçarin ku ji her carî zêdetir avê bikarbînin.

Welatiyek dibêje, "Mixabin ji ber bê pergaliya welatê me ji bo xwe parastina ji nexweşiya koronayê jî tenê derfeteke me heye ku em jî bi berdewam destên xwe dişon ji loma ava ku me salên borî bikardianî 2 qatan zêdetir bûye. Niha jî dibêjin av kêm bûye û zêde avê bikarneynin. Herwiha li gor ku tê gotin tenê têra 3 mehan ava Stenbolê maye. Bi rastî jî heger baran ne bare em ê perişan bibin."

Li gor amaran di 4ê Cotmeha sala 2014an de rêjeya tije bûna bendavên Stenbolê heta ji sedî 22.45 daketibû û ev rêje wekî kêmtirîn rêjeya 10 salên dawî hatibû destnîşankirin. Rêjeya îsal jî ku wekî ji sedî 33 hatiye tomarkirin wekî dûyemîn kêmtirîn rêjeya ava van deh salan ya bendavên Stenbolê tê destnîşankirin