Nêçîrvan Barzanî cejna Rojî ya Êzî pîroz dike
Hewlêr (K24) - Bi hatina cejna Rojî ya Êzî, Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzdiyan, Civata Rûhanî û tevahiya xuşk û birayên Êzdî yên li Herêma Kurdistanê û seranserê cîhanê kir.
Peyama pîrozbahiyê ya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Cejna rojî ya Êzî, li rêzdaran Mîrê Êzdiyan û Babê Şêx û Civata Rûhanî û hemû xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê bin, bi taybetî jî li malbat û kesukarên qurbanî yên Êzdî yên destê terorê, pîroz dikim.
Hêvîdar im ev cejn û cejnên bên, aramiyê digel xwe bînin û dûmahiya hemû nexweşiyan bin, jiyan û avedanî vegere war û cihên Êzdiyan û hemû derên ji ber şerê terorê ziyan dîtî û awareyên wargehan vegerin ser mal û gund û bajarên xwe yên tena û avadankirî.
Careke dî jî hemî Êzdiyan piştrast dikim ku hindî xuşk û birayekî me yê Êzdî wenda, revandî û bêserûşûn mabît, em dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirin û vegerandin û eşkerekirina çarenivîsê wan berdewam bîn, her wiha jî dê hemû hewla bidîn û berdewam dê kar bikîn daku kultûrê pêkvejiyanê û hevqebûlkirina pêkhatên olî û netewî li Kurdistanê di parastî bin û bêne firehkirin û Kurdistan her bimînît welatê hemû pêkhateyan.
Cejn pîroz bît û her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17.12.2020