Rojnamevan û çalakvanên Iraqî berê xwe didin Herêma Kurdistanê

Ji ber gefên milîsan, revandin û kuştina rojnamevan û çalakvanan li Iraqê, rojnamevan û çalakvan ji bo parastina jiyana xwe, rêya koçberbûn û penaberiyê didin ber xwe.

Hewlêr (K24) – Ji ber gefên milîsan, revandin û kuştina rojnamevan û çalakvanan li Iraqê, rojnamevan û çalakvan ji bo parastina jiyana xwe, rêya koçberbûn û penaberiyê didin ber xwe, ji wan hejmarek mezin jî, berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Serokê Şaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê bo Parastina Mafên Rojnamevan û Çalakvanan Seyf El Ubeydî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ez dixwazim bi rêya Kurdistan24ê ve peyamek arasteyî hemû xort, çalakvan û rojnamevanên xweragir û dengê rast ê li parêzgehên başûr û naverasta Iraqê bikim; gelek çalakvan û rojnamevanên me ji ber milîsan berê xwe dane derveyî welat û niha beşeke wan a mezin li Herêma Kurdistanê ne.”

Rêxistina Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe ya herî dawî de li ser rojnamevanên li Iraqê diyar dike: “Heft meh piştî hişyarîdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo parastina jiyana rojnamevanan, revandin û kuştina rojnamevan û çalakvanên li Iraqê berdewam e.”