Piştî Macron çend serokên din ên Yekîtiya Ewropayê jî ketin karantînayê

Çend serokên welatên Yekîtiya Ewropayê ku bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re danûstandin kirine, ketin karantînayê.
Roja pêncşemê hatibû ragihandin ku testa vîrusa koronayê ya Emmanul Macron pozîtîf derketiye
Roja pêncşemê hatibû ragihandin ku testa vîrusa koronayê ya Emmanul Macron pozîtîf derketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend serokên welatên Yekîtiya Ewropayê ku bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re danûstandin kirine, ketin karantînayê.

Qesra Elysee roja pêncşemê eşkere kiribû ku testa vîrusa koronayê (Covid-19) ya Emmanul Macron pozîtîf derketiye û diyar kiribû ku ewê hefteyekê di karantînayê de bimîne.

Macron di rojên dawî de hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE) jî di nav de beşdarî hin civînên payebilind bûbû.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Sekretera Giştî ya OECDê, ku bi Macron re danûstandin kiribûn, ketin karantînayê.

Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa ku roja çarşemê bi Macron re firavîn xwaribû, hemî randewuyên xwe û planên xwe yên din paş xistin û da zanîn ku ewê di karantînê de bimîne.

Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo û Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel jî jiber danûstandinên bi Macron re ketin karantînayê.

Li Fransa, serokwezîrê welêt Jean Castex û serokê parlamanê Richard Ferrand jî diyar kirin ku ewê di karantînê de bimînin.