Hejmara miriyên teqîna li nexweşxaneya Dîlokê derket 9 kesan

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand; ji ber şewata li nexweşxaneya Dîlokê ya di beşa çavdêriya hûr de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO ya Dîlokê teqînek çêbû, wêne: AA
Li Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO ya Dîlokê teqînek çêbû, wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand; ji ber şewata li nexweşxaneya Dîlokê ya di beşa çavdêriya hûr de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO ya Dîlokê di beşa çavdêriya hûr a nexweşên koronayê (Covid-19) de tûpa oksîjenê teqiya û agir li beşê ket.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir; ji ber bûyera li Dîlokê ya di beşa çavdêriya hûr de, hejmara miriyan derket 9an.

Fahrettin Koca diyar kir; nexweşên din ên ku şewatê bandor li wan kiriye, şandine nexweşxaneyên li derdorê.

Parêzgariya Dîlokê jî di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku di beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê de 19 nexweş hebûne.