Her mirovek salane herî kêm 250 gram plastîk dixwe

Ev rêje, ji ber bikaranîna zêde ya berhemên plastîk roj bi roj zêdetir dibe.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li gor lêkolîna Saziya Cîhanî ya Parastina Sirûştê her mirovek salane ligel berhemên xwarin û vexwarinê, herî kêm 250 gram plastîk dixwe û ev rêje, ji ber bikaranîna zêde ya berhemên plastîk roj bi roj zêdetir dibe. Ligel vê ziyandariyê plastîk, bi rêya avê sirûştê qirêj dike û jiyana hemû giyaneweran dixe nava metirsiyê.

Saziya Cîhanî ya Parastina Sirûştê, li ser plastîka di nav xwarek û vexwarinan de lêkolînek çêkir û li gor vê lêkolînê salane her mirovek bi berhemên xwarin û vexwarinê re herî kêm 250 gram plastîkê dixwe. Herwiha ev yek jî li ser tendirûstiya mirovan karîgeriyên gelekî xirab çêdike û dibe sedema nexweşiyên cûr be cûr. Welatiyên li Stenbolê piştî ku bi vê rastiyê hesiyan şaş û metel man û daxwaz ji berpirsyaran kirin da ku hilberandina plastîkê li gor rêbazên tendirûst bê kirin.

Welatî: "Bi rastî ez ji vê yekê gelekî şaş mam û tirsiyam jî. Salane 250 gram plastîk gelekî zêde ye û xwedê dizane ev li ser tendirûstiya me karîgeriyên çawa dike. Ev rêje gelekî zêde ye û bo mirovan jî geekî ziyandar e. Mixabin hertişt êdî bi plastîkê tên parastin û em jî bêyî haydariya vê yekê bikartînin. Divê dewlet û hikûmet li dijî vê yekê yasayan derbixin."

Hilberîna plastîkê li cîhanê di 50 salên dawî de bi awayekî derasayî zêde bûye û ji ber ku qahîm û erzan e qadên ku lê tên e bikaranîn jî roj bi roj berfirehtir dibe. Herwiha yek ji sedemên pêşketina cîhana modêrn jî wekî plastîk tê destnîşankirin, lê belê kêşeya herî sereke ya plastîkê ew e ku, li nav sirûştê na hele û bi hezaran salan dikare jîngehê qirêj bike.

Welatî: "Mixabin plastîk li sirûştê na hele û bi hezaran salan li sirûştê derdorê qirêj dike. Herwiha bo jiyana giyanewerên din jî berhemeke gelekî metirsîdar e. Di roja îroyîn de hema bêjin her tiştê ku em dixwin û vedixwin li nav plastîkê tên veşartin. Ligel vê di nava xwarin û vexwarinanên ku em dixwin jî parçeyên plastîkê gelekî zêde ne. Divê hemû cîîhan li hember plastîkê têbikoşe."

Herwiha ligel lêkolînên li ser parçeyên plastîkê pispor amaje dikin ku ew parçeyên wekî nano plastîk tên bi navkirin ji bo jiyana mirovan û giyaneweran hê metirsîdartir e û ji loma divê mirovahî li ser vê kêşeyê bi awayekî ciddî rawestin yan na nexweşiyên gelekî metirsîdar li benda hemû cîhanê ye.