Daketina nirxê Dînar bandor li ser bazarên Kurdistanê kiriye

Bazarên Iraqê bi giştî û di nav de bazarên Herêma Kurdistanê li benda sibe ne, ji bo bizanin Banka Navdewletî dê çi biryarê bide û dê buhayê Dolar bi Dînar çiqas be.
Bazareke Hewlêrê
Bazareke Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber gotegotên bi cihkirina buhaya Dolar di projebûdceya sala 2021 a Iraqê de bi 145 hezar Dînaran, bazarên pevguhartina diravan li Herêma Kurdistanê germ bûye û nirxê kelûpel û xwarekê buha bûye.

Bazarên Iraqê bi giştî û di nav de bazarên Herêma Kurdistanê li benda sibe ne, ji bo bizanin Banka Navdewletî dê çi biryarê bide û dê buhayê Dolar bi Dînar çiqas be, lê bazarên borsa diravî yên li Hewlêr û Silêmaniyê germ bûye û baweriya xelkê bi nirxê Dînar nemaye.

Çend roj in, Dînarê Iraqî li hember nirxê xwe winda dike û di rojekê de nirxê Dînar 2 – 3 caran tê guhartin. Vê yekê bandor li ser seqamgîriya li bazaran kiriye.

Ev rewşa li bazarên dirav dirust bûye di demekê de ye, niha hikûmeta Iraqê di kombûnekê de ye, da ku dengdan li ser projebûdceya sala 2021 bike.

Pêr jî endamê Komîta Darayî ya Perlemana Iraqê Cemal Koçer ji K24ê re ragihand, li gorî vê projebudceyê, hikûmeta Iraqê dixwaze bi awayekî fermî nirxê Dolar bibe 1450 Dînar û dermaleya karmendan jî ji sedî 20 bo ji sedî 60 kêm bike.