Li Diyarbekirê bazara berhemên xwemalî hat vekirin

Li bazarê bi sedan cûreyên berhemên organîk yên bêderman dê bên firotin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bazarê berhemên xwemalî hat vekirin. Li bazarê bi sedan cûreyên berhemên organîk yên bêderman dê bên firotin. Rayedarên bajêr ragihandin ku, bi vekirina bazarê armanca wan ew e ku, piştgiriya cotkaran bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê bi lêçûneke milyon û 85 hezar lîreyî, li navçeya navendî ya Peyas a Diyarbekirê bazara berhemên xwemalî û organîk vekir. Li vê bazarê bi sedan cûreyên berhemên xwemalî û organîk dê bi riya înternetê jî bêne firotin. Serokê Rêveberiya Jûrên Cotkariya Bajêr Mehmet Cevat Delîl got; dê cotkar bikaribin bi saya vê bazarê berhemên xwe yên bêderman û bitendûrist bigihînin welatiyan.

Serokê Rêveberiya Jûrên Cotkariya Bajêr Mehmet Cevat Delîl ji K24ê re got: “Piraniya van dikanan kooperatîf in. Ev der bi hevkarî û desteka Şaredariya Bajarê Mezin hatiye amadekirin. Rêveberên kooperatîfan dixwazin ev der hem xizmeta wealtiyan bike hem jî xizmeta welatiyan. Firoşkarên vir dibêjin heger berhemên wan ne organîk bin welatî dikarin paşve vegerînin.”

Parêzgerê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu jî beşdarî rêwrisma vekirina bazara bû got; Diyarbekir bajarê bereketê ye û berhemên ku bi keda welatiyan tên berhemanîn êdî dê bigihin bazara Tirkiye û cîhanê jî. Cotkar û dikandarên ku dest bi firotina berhemên organîk kirine jî dibêjin; berê wan di nava bajêr de li cihên cûda berhemên xwe difirotin lê belê êdî dê hemû li vê bazarê bi hev re bin û dê welatî bizanin çi ji kû derê bikirin.

Firoşkarê berhemên xwemalî Îbrahîm Uçar dibêje: “Ev berhem li gundê me çêdibin. Gelek gundiyên me berhemên organîk û bêderman hildiberînin. Baş bû ev navend hat vekirin, dê welatî êdî ji berhemên organîk baştir sûdê werbigirin.”

Endama Komeleya Dîkad Sultan Bayar diyar kir: “Ev berhemên me ne, em dixwazin van berheman bi her kesê bidin naskirin. Em plan dikin ku van berheman bigihînin bazara cîhanê jî. Tamên xwemalî tên jibîrkirin lê em hêvî dikin bi vê pêngavê dê welatî dîsa wan tamên berê tam bikin.”

Firoşkarê berhemên xwemalî Yusuf Mutlu got: “Birçîtiyeke ji bo berhemên xwezayî heye. Eleqeyeke zêde heye lê belê mixabin hin kes berhemên dermankirî wekî berhemên bêderman û organîk difiroşin. Hemû berhemên organîk in, hemû jî bêderman in.”

Li bazarê 24 kargeh cih digrin. Gelek kooperatîfan jî li bazarê cih vekirin û dê berhemên xwe bi hêsanî bigihînin destê welatiyan. Bi taybetî hingiv, keşk, mehûş, helîl û basîk, benî, cûreyên rîçolê û berhemên şîr li bazarê tên firotin. Firoşkarên berhemên organîk bang li welatiyan dikin ku, hate bikaribin ew xwe ji berhemên dermankirî dûr bihêlin û berê xwe bidin berhemên organîk û bêderman yên xwemalî.