Şêwirmenda Esed: Em ser çend mijaran rêkeftin, lê HSD'ê îmze nekir

Şêwirmenda Serokê Sûriyê radigihîne, wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li ser al û yekîtiya xaka Sûriyê li hev kirin, lê HSDê îmze nekir.
Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyne Şaban
Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyne Şaban

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmenda Serokê Sûriyê radigihîne, ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li ser al û yekîtiya xaka Sûriyê li hev kirin, lê HSDê îmze nekir.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyne Şaban di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, ew bi HSDê li ser al û yekîtiya xaka Sûriyê li hev kirin, lê ji ber ku HSDê îradeya xwe daye dest Amerîka, ew rêkeftin îmze nekir.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê zelal nekir ku axaftina wê girêdayî pêşhatên niha li Eyn Îsa û gundewarê wê dibin e, yan girêdayî hemû herêmên ku di bin kontrola HSDê de ye.

Ev daxuyaniyên Şêwirmenda Serokê Sûriyê di demekê de ye, êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Eyn Îsayê zêde bûne. Di heman demê de jî Rûsya hewl dide wî bajarokî radestî rêjîma Sûriyê bike.

Endamê Desteya Serokatiya Hevbeş a PYDê Salih Muslim roja 7ê vê mehê ji K24ê re gotibû: “Ji ber ku em beşek ji Sûriyê ne, me tim li deriyê rêjîma Sûriyê dida ji bo çareseriyek ji Sûriyê re bê dîtin. Lê hat diyarkirin ku rêjîmê hîna zihniyeta xwe neguhartiye. Berî 5-6 mehan bi aşkere jî ji hevalên me re gotin ku ew niha ne amade ne vê pirsê guftûgo bikin.”