Banka Navendî ya Iraqê nirxê Dînar li hember Dolar diyar kir

Da ku kêmaniyê di budceya giştî de tije bike, Banka Navendî ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê nirxê Dolar yê nû diyar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Da ku kêmaniyê di budceya giştî de tije bike, Banka Navendî ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê nirxê Dolar yê nû diyar kir.

Parêzgarê bi wekalet ê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalid Muxîf di daxuyaniyekê de ragihand, bi berçavagirtina guhartina nirxê Dolarê Amerîkî li hember Dînarê Iraqî, dê ji niha û pê ve nirxê wê wiha be:

Dînar li hember Dolar:

1450 Dînar, nirxê kirîna Dolar ji Wezareta Darayî.

1560 Dînar, nirxê firotana Dolar ji bankan re bi awayekî fermî.

1470 Dînar, nirxê firotana Dolar ji aliyên bankan û dezgehên darayî yên nebankî ji bo welatiyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev nirxê cîgir e, yê dawî ye û dê neyê guhertin."

Daketina nirxê Dînar di demekê de ye, Hikûmeta Iraqê dahatên petrolê ku jêderê sereke ye bi Dolar difiroşe, li hemberê jî mûçeyên karmendan bi Dînar dide. Di wê derbarê de parlamenterê Iraqê Basim Xeşan dibêje: “Hikûmet dê bi rêjeya ji sedî 20 mûçeyên karmendan zêde bike."

Peyamnêrê K24ê li nava bazara pevguhartina diravan ya Hewlêrê da zanîn, heta niha nirxê Dolar bi 1430 Dînar tê guhatin.

Di bazara Hewlêrê de hemû welatî û xwediyên nivîsgehên pevguhartina diravan gilî û gazinan ji wê biryarê dikin û daxwaz dikin ku ev biryar bê retkirin û Dolar jî wek berê 1190 heta 1200 Dînaran be.