Erbaş: AKP û MHP ketine tengasiyê lewra HDP dikin armanc

Endamê Meclîsa Partîya HDPê Dogan Erbaş, li ser nîqaşên girtina HDPê, helwesta HDPê û li ser helwesta destihalt û partîyên mixalefetê ji bo Kurdistan24ê axivî.
kurdistan24.net

Enqere (Omer Sonmez) - Ev demekî ye di nav sîyaseta navxweyî ya Tirkîyeyê da, li ser banga Serokê MHPê Bahçelî nîqaşên li ser girtina HDPê dewam dikin. Heta vê gavê hêj derbarê HDPê doza girtinê nehatîye vekirin û jixwe li Tirkîyeyê bi gihertina hin yasayan girtina partîyên sîyasî ji alîyê hiqûqî ve heta radeyekê hatîye astengkirin.

Endamê Meclîsa Partîya HDPê Dogan Erbaş, li ser nîqaşên girtina HDPê, helwesta HDPê û li ser helwesta destihalt û partîyên mixalefetê ji bo Kurdistan24ê axivî. Li gorî Erbaş, "Ji ber ku AKP û MHP ketine tengasîyê dixwazin rojevê biguherînin û HDPê bixin armanc.

Rêveberê HDP Dogan Erbaş dibêje, "Di her warê da AKP û MHP ketine tengasîyê. Nikarin welêt birêve bibin. Aborî her diçe xirabtir dibe. Amerîka dorpêçan disepîne. Ewropa jî heyama dorpêçan da destpêkirin. Ji loma jî ji desthilatê ra dijminên navxweyî lazim e. Ew dijmin jî HDP ye. Niha ser partîya me ketine pey nîqaşekê pûç û beredayî."

Rêveberê HDPê Dogan Erbaş dide zanîn her çiqas ew îhtimal nedin ku derdarê HDPê da proseya girtinê bidin dest pê kirin jî dîsa ji berk u daraz serbixwe nîne û bûye sîyasî dîsa jî îhtimalekê wiha heye.

Erbaş mijarê ji aliyê dadî ve dinirxîne û destnîşan dike, "Li gorî me nikarin HDPê bigrin, lewra ev yek wê li dijî wan be û wê bibe sedema zêdetir xurtbûna HDPê. Her wiha ji alîyê hiqûqî ve jî girtina partîyan hatîye zehmetkirin. Yanê bi awayekî hiqûqî girtina partîyekê zor e. Lê daraz sîyasî ye û dikarin her cure ne hiqûqîyê pêk bînin. Lê HDP avahîyekê tenê nîne, HDP gel bi xwe ye."

Li alîyê din serok û rêveberên partîyên mixalefetê derheqê nîqaşên girtina HDP da nerazîbûna xwe anîbûn ziman û van bangan wek kiryarîyên antîdmokratîk û krîmînalîzekirina HDP dîtibûn. Lê belê rêveberê HDPyî Erbaş, destnîşan dike ku berteka mixalefetê têrê nake divê mixalefet zêdetir wêrek be û dengê xwe derxe.

Rêveberê HDP dibêje, "Mixabin em helwesta mixalefetê xurt nabînin. Girseya mixalefetê zêdetir li dij derdikevin. Divê mixalefet jî zêdetir dengê xwe derxin. Li ser medyayê me dît rexne kirine. Lê herhal ji ber tirsa desthilatê zêde nikarin dengê xwe derxin. Dîsa jî em erênî dibînin. Lê desthilat dixwaze HDP krîmînalîze bike û pêşî li hevkarîya mixalefet û HDP bike."

Ev demekî ye ku ji alîyê Serokê Partîya Vatanê Dogu Perînçek û ji alîyê serokê partîya netewperest MHPê Devlet Bahçelî ve, bi hinceta ku têkilîya HDP bi PKKê ra heye daxwaz û banga girtina HDP tê kirin. Heta vê gavê ji alîyê partîya desthilatdar Ak Partîyê bes Serokwekîlê Partîyê Numan Kurtulmuş dabû zanîn ku, li Tirkîyeyê bi girtina partîyan encamên erênî nehatîye bidestxistin. Niha li Enqereyê herî zêde div ê mijarê da helwesta Serokkomarê Tirkîyê Erdogan tê meraqkirin.