Îran derziya xwe ya li dijî koronayê diceribîne

Vaksîna Îranî ewilî li ser kesên xwebexş tê ceribandin
Vaksîn
Vaksîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îran dest bi ceribandina vaksîna xwe ya li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) dike û vaksîna Îranê ji îro ve ewilî li ser kesên xwebexş tê ceribandin.

Endamê Lijneya Têkoşîna li dijî Koronayê û Serokê Projeya Berhemanîna Vaksînê li Îranê Mîno Mohrêz ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihandiye; qonaxa yekem a vaksînê îro 21ê Kanûna 2020an, li ser kesên xwe bexş tê ceribandin.

Mîno Mohrêz diyar kiriye ku gelek welatiyên Îranê amade ne ku derziya li dijî koronayê li ser xwe biceribînin.

Mohrêz herwiha eşkere kiriye ku ew kesên vaksîna Îranî li ser wan dê were ceribandin, nabe berê korona bûbin û nexweşiya wan a demdirêj hebe.