Mufît Yuksel: Siyaseta derve ya Tirkiyê roj bi roj diguhere

Çavdêrê siyasî Mufît Yuksel li ser siyaseta derve ya Tirkiyê diyar kir ku di van salên dawî de siyaseta derve ya Tirkiyê roj bi roj tê guhertin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Çavdêrê siyasî Mufît Yuksel li ser siyaseta derve ya Tirkiyê diyar kir ku di van salên dawî de siyaseta derve ya Tirkiyê roj bi roj tê guhertin.

Çavdêrê siyasî Mufît Yuksel ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser aloziyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de li Deryaya Spî û çarenûsa peywendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Mufît Yuksel destnîşan kir ku aloziya navbera Tirkiye û Yewnanistanê, ne nû ye. Di peymana Lozanê de sînorên Tirkiye û Yewnanistanê û mafên wan hatine eşkerekirin, lê li ser Deryaya Egeyê, li ser mijara rojavayê Trakyayê, di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de car caran krîz çêdibin.

Yuksel diyar dike; ji ber ku Yewnanistan endameke Yekîtiya Ewropayê ye, Yewnanistan dixwaze Yekîtiya Ewropayê bi temamî tevlî vê mijarê bike û tengasî li Tirkiyê bike û Tirkiyê li ser van mijaran aciz bike.

Çavdêrê siyasî Mufît Yuksel destnîşan dike ku li Deryaya Egeyê ji bilî du giravan, hemû girav yên Yewnanistanê ne û ev jî avantajekê dide Yewnanistanê li ser Tirkiyê û ew dixwazin li Deryaya Spî jî Tirkiyê bixin tengasiyê û Tirkiyê ji Deryaya Spî jî derxin.

Mufît Yuksel eşkere kir ku di van salên dawî de siyaseta derve ya Tirkiyê roj bi roj tê guhertin û got: “Du meh berê xwe dide Amerîkayê û du meh paşê berê xwe dide Rûsyayê, duh meh paşê bi Ewropayê re têkiliyên xwe xweş dike, du meh sê meh paşê an piştî salekê, têkiliyên Ewropa û Tirkiyê xirab dibin.”