Koronayê bandor li ser xwediyên mînîbusên nav bajarê Diyarbekirê kiriye

Pandemiya vîrusa koronayê (Covit-19) li ser kirêkar û xwediyên mînîbusên ku li Diyarbekirê veguhastina nav bajêr dikin badorên giran kiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pandemiya vîrusa koronayê (Covit-19) li ser kirêkar û xwediyên mînîbusên ku li Diyarbekirê veguhastina nav bajêr dikin badorên giran kiriye. Balê dikşînin ku ji ber rênimayên pandemiyê dahata karê wan ji %80 kêm bûye û bi ser de jî bi hêncetên cuda siza jî li wan tên birîn û loma jî gelek kesên ku bi vî karî debara xwe dikirin, dest jê berdane, yên kar dikin jî, ji misogerî dikin.

Kirêkar û xwediyên xet û mînîbusên ku li Diyarbekirê veguhastina nav bajêr dikin, bandorên ku pandemiyê li ser wan kiriye ji bo Kurdistan24 ragihandin û balê kişandin ku ji ber pandemiyê rêwî gelek kêm in û ew di rewşeke gelek giran de hewla li piya mayînê didin.

Mehmet Yardimci tîne ziman ku bavê wî ji salên 1976an ve karê veguhastinê dike û ew jî 12 sal e ku debara mala xwe bi vî karî dike. Yardimci balê dikşîne ku 4 malbat bi karê vê minîbusê debara xwe dikin. Lê bi pandemiyê re ew ketine rewşeke gelek zehmet û xeter.

Mehmet Yardimci ji Kurdistan24ê re ragihand: “Dema ku kontakt li vê trimbêlê bê xistin, 500 lîre mesrefê wê heye ku ez sotameniyê, garantiyê û şofêriyê nahesbînim. Tenê garantiya 2 xebatkarên şofêr 1800 -1900 lîre ye, baca şaredariyê ye distînin, baca dewletê ye distînin, sotemenî jî litre 6.9 û 7 lîre ye. Loma jî em niha gelek mexdûr in.”

Kesên ku bi mînîbusan vegustina navbajêr dikin, tînin ziman ku bi çavekî wisa li wan tê nihêrtin ku ew gelek qazac dikin û loma jî bi gelek awayan li wan tada tê kirin. Lê ew jî ji rewşa xwe bêzar bûne.

Serhat Ozbay jî wek kîrêkar veguhestina bi mînîbusan dike û tîne ziman ku wî berê mehane 10 hezar kirêya xetê dida û teqrîben ew qas jî qazanc dikir, lê niha kirê daxistiye 5 hezran lê nikare debara xwe jî bike.

Ozbay diyar kir: “Em zirar dikin, pereyê ku em qezenc dikin, bo me têr nake. Bila rayişa me zêde bikin, sotemenî biha bûye, balata buha bûye, don buha bûye û her tiştekî buha bûne, tenê rayişa me zêde nebûye. 9 sal e me bi lire û nîv veguhastin dikir, salekî berê kirin 2 lîre. 50 quriş hatiye ser rayişê, lê 100 qatê wî hatiye ser sotmeniyê û her tiştî. Emê çi bikin, em hatina asta ku dest jê berbidin. Lê em ku kar nekin emê çewa debara zarokên xwe bikin.”

Kirêkar û xwediyên xetê veguhastina navbajêr, daxwaz dikin ku bihayê rê bê zêdekirin û di sotemeniyê de piştgiriya wan bê kirin, da ku berxwe bidin.