Tirkiye daxwaza vekişandina HSDê ji Eyn Îsayê dike

Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê daxwaza derketina HSDê ji Eyn Îsayê dikin
Zarokek li nêzîkî zirîpoşeke Tirkî li nêzîkî Eyn Îsayê
Zarokek li nêzîkî zirîpoşeke Tirkî li nêzîkî Eyn Îsayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsa û rêjîma Sûriyê daxwazê ji HSDê dikin Eyn Îsayê radestî artêşa Sûriyê bike û ala Sûriyê lê were bilindkirin. Tirkiye jî vekişandina temam a HSDê ji wî bajarokî dixwaze.

Li gor zanyariyên "Sputnikê", li ser daxwaza aliyê Tirkiyê, civînek di navbera efserên Rûsî û Tirk de li derdora bajarê Eyn Îsa hate kirin, da ku çarenûsa bajêr were nîqaşkirin. Di civînê de aliyê Tirkî daxwaz kiriye ji bo bigihin têgihîştinekê derbarê wê bajarokî de, mercê vekişandina temam a şervanên HSDê ji wî bajarokî kiriye.

Ji aliyekî din ve jî, Rûsya û rêjîma Sûriyê daxwaz ji HSDê kirine, da ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin, divê HSD ji Eyn Îsayê vekişe û radestî artêşa Sûriyê bike û ala Sûriyê li ser tevahiya saziyên fermi bê bilindkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, fermandarên HSDê daxwaz kirine, nimûneya Minbicê li Eyn Îsayê cibicî bikin ku riyên ketin û derketina bajêr radestî yekîneyên artêşa Sûriyê bikin. Lê aliyê Rûsî û rêjîma Sûriyê ev yek bi yekcarî red kirine.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve. Girîngiya wê ya stratejîk ew e ku li ser riya navdewletî M4 dikeve û rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê û bi taybet her du herêman Kobanî û Cizîrê bi hev ve girê dide.

Ji dawiya meha borî ve artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, êrîşên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirine û daxwaz dikin wî bajarokî dagîr bikin.

Di wê derbarê de, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar ji medyaya erebî re ragihand, tiştê niha li Eyn Îsayê rû dide, tevliheviyek ji aliyê Rûsya û rêjîma Sûriyê ve ye. Rûsa û rêjîma Sûriyê hewl didin bi fişar û gefên Tirkiyê, Eyn Îsayê ji HSDê bistînin.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) duhê êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser wê ve li ser Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi gavên praktîkî rê li ber êrîşên Tirkiyê û çekdaran bigirin.

Partiyên PYNKê tekez kirin, tevî ku hevtêgihîştinên agirestê yên Amerîkî – Tirkî û Rûsî – Tirkî li herêmê hene, lê Tirkiye pabendî wan rêkeftinan nabe û bi çekên giran êrîşî Eyn Îsa û derdora wê dike.