Leyla Guven hate girtin

Şeva bûrî polîsan Hevseroka KCDê û parlemantera berê ya HDPê Leyla Guven girtin û birin beşa terorê ya navenda polîsan a Diyarbekirê.
Leyla Guven
Leyla Guven

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva bûrî polîsan Hevseroka KCDê û parlemantera berê ya HDPê Leyla Guven girtin û birin beşa terorê ya navenda polîsan a Diyarbekirê.

Dadgeha Tawanên Giran a Diyarbekirê duhî ji bo Leyla Guven di çarçoveya lêpirsîna terorê de 22 sal û 3 meh sizayê girtîgehê da. Li ser biryara dadgehê jî, şeva borî Leyla Guven hate girtin.

Dadgeh di sedema biryarê de rave dike ku Leyla Guven ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye endama rêxistina neyasayî ye û rêxistinek neyasayî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye.

Dadgehê derbarê Leyla Guven de biryara girtinê jî daye. Di 4ê Hezîrana îsal de Parlementoya Tirkiyeyê parlementeriya Leyla Guven betal kiribû ku Leyla Guven parlementera HDPê ya Colemêrgê bû. Derbarê Leyla Guven de 18 lêpirsîn hatine tomarkirin.