Ferman Narîn: Ji ber çaresernebûna pirsa kurd, êşên kurdan herdem zindî ne

Ferman Narîn yekem derhênerê Kurd e ku di beşa fîlmên tirsê de xelat wergirtiye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Derhênerê Kurd ê bi navê Ferman Narîn yekem derhênerê Kurd e ku di beşa fîlmên tirsê de xelata navneteweyî wergirtiye. Ferman Narîn dibêje ji ber çaresernebûna pirsa kurd, êşên kurdan herdem zindî ne û hemu beşên hunerê de mijarên siyasî tên bikaranîn. Ji ber wê wî xwestiye qada sinemaya Kurd berfirehtir bike.

Ji ber çaresernebûna pirsa Kurd bi salan di hunera Kurdan de mijarên sereke li ser mexduriyeta Kurdan tên hunandin.

Derhênerê Kurd Ferman Narîn jî xwestiye ku di beşên nû de berheman bide û di cureyên ku nehatine an jî kêm hatine ceribandin de fîlman bikêşe.

Di vê çarçoveyê de kurtefîlma bi navê Pîrebok kêşaye ku û fîlma wî di Mîhrîcana Fîlman a Florence a Îtalyayê de xelata fîlma herî baş wergirtiye û her wiha dî mîhrîcanên fîlman a Emerîka û Kanadayê de buye xwedî xelat.

Derhênerê Kurd dibêje di mîtolojî û dîroka Kurdan de gelek çîrokên guncav ên tirsê hene ku bo sinemaya Kurdan wek deryayekê ne ku Pîrebok jî çîrokek wisa ye mirov dikare bêje her bajarek Kurdan de çîrokek cawaz a Pîrebokê heye.

Derhêner Ferman Narîn ji K24ê re got: “Di çand û hunera Kurdan de ji bo mijara tirsê gelek kereste hene. Ji ber wê yekê ji bo ku em ji mijarên welatê xwe sudê werbigrin hatin cem hev û me xwest mijarên welatê xwe pêşkêşî cîhanê jî bikin. Di piraniya fîlmên Kurdan de sînor û nasname heye, hêmanên pirsa Kurd hene. Mijarên tirsê û aksiyonê nînin.”

Fîlmê bi navê Pîrebok ê ku di qada navneteweyî de xelata wergirtiye ji aliyê mijarê ve kurdî ye, li zimanê fîlmê ne kurdî ye û li bajarê Mêrsînê hatiye kêşan. Derhêner Ferman Narîn dide zanîn ku wî gelek xwestiye fîlma xwe li Diyarbejkirê bi zimanê Kurdî bikêşe lê derfetên wî têrê nekirine û di dema xwendekariya xwe de li Mêrsînê kêşa ye.

Ferman Narîn diyar dike: “Ji ber ku min nekariye fîlma xwe bi Kurdî bikêşim ez gelek xemgîn im. Di destpêkê de me dixwest em Pîrebokê bi Kurdî bikêşin. Ez wê demê li Mêrsînê xwendekar bum. Derfetên me yên aboriyê rê nedida ku werin Diyarbekir fîlmê bikêşin. Me ji siyasetmedar û komeleyên Kurdan alîkarî xwest lê alîkarî nedan. Dema axaftinê de xweş dikin, lê nabin alîkar.”

Ferman Narîn niha vegeriyaye bajarê xwe Diyarbekirê û amadekariya berhemên nu dike û dibêje ew dixwaze êdî berhemên xwe bi Kurdî bikêşe û di dorê de jî projeyek wî heye ku dixwaze di Sûra a Diyarbekirê de fîlmek cawaz bikêşe.