Li Mûsilê 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hêzên Dijterorê dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li rojavayê Mûsilê kirin.
Hêzeke Dijeterora Iraqê
Hêzeke Dijeterora Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, hêzên Dijeterorê yên Iraqê îro 12 çekdarên DAIŞê li Mûsilê kuştin.

Yehya Resûl di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, hêzên Dijterorê dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li rojavayê Mûsilê kirin.

Got jî: “Bi piştbestin bi zanyariyên hewalgîriyê, operasyoneke leşkerî li devera Badoş li rojavayê Mûsilê hate kirin û tê de 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Serokwezîr Mistefa Kazimî ferman daye hêzên Iraqî, ta ku sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de bi temamî kontrol bikin.

Lîwa Tehsîn Xefacî diyar kir, sînorê Iraq – Sûriyê 610 kîlometro ye, piraniya wê ji aliyê artêşa Iraqê, Wezareta Navxwe û Heşda Şeibî ve hatiye kontrolkirin. Niha jî karên kolandina xendek, danîna komên axê û danîna sûra PRC (sûrên hesin) tên kirin.

Da zanîn jî, “Bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî gelek alav li ser sînor tên danîn. Herwiha Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Hevpeymanan kar ji bo danîn bircan dikin. Ew birc jî gelek alavên nûjen li xwe digire, ji bo kiryarên teroristî bêne kontrolkirin.”

Di çend salên dawiyê de, çekdarên DAIŞê bi qaçaxî çûnûhatin di sînorê Iraq û Sûriyê re dikin, Iraq jî hewl dide sînorê xwe kontrol bike.