Wezîrê Tendirustiyê: Em ê bi hev re Kurdistanê ji vîrûsa nû biparêzin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, “Em bi hestiyarî li cureya nû ya vîrûsa Korona dinêrin. Tedbîrên ji bo berjewendiya welatiyan dê di pêşiyê de bin.”
Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî
Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî belavbûna cureyeke din a vîrûsê ku bi navê (nifşê nû yê Koronayê) tê naskirin, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, parastina welatiyan, erkê wan ê pêşîne ye.

Dr. Saman Berzincî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Em bi hestiyarî li cureya nû ya vîrûsa Korona dinêrin. Tedbîrên ji bo berjewendiya welatiyan dê li pêşiya me bin. Em ê bi hev re Kurdistanê biparêzin."

Ev di demekê de ye, cureyeke nû ya vîrûsa Koronayê li Brîtanya û çend welatên din belav bûye. Ji ber belavbûna wê vîrûsê jî, hejmarek ji welatên cîhanê geştên xwe yên asmanî ligel Brîtanyayê rawestandine.