Erdogan: Em dixwazin rûpeleke nû ligel Amerîka û Ewropayê vekin

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku di sala nû de ew dixwazin di têkiliyên xwe yên bi Amerîka û Ewropayê re rûpeleke nû vekin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku di sala nû de ew dixwazin di têkiliyên xwe yên bi Amerîka û Ewropayê re rûpeleke nû vekin.

Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê de axivî û ragihand; di sala nû de ew dixwazin di têkiliyên xwe yên bi Amerîka û Ewropayê re rûpeleke nû vekin û got: "Em hevkariyên xwe yên piralî yên siyasî, aborî û eskerî wekî alternatîfa têkiliyên xwe dûr û dirêj yên bi Amerîkayê re nabînin. Em hêvî dikin ku Yekîtiya Ewropayê ji korîtiya stratejîk demildest xilas bibe ku Tirkiyê ji xwe dûr dike."

Erdogan diyar kir kesên ku di warê vîzyon, bername û projeyan da nikarin bi wan ra bikevin pêşbaziyê di nav xwe de ketine nav pêşbaziya heqaret, buxtan û derewan ku ev ji bo welatê wan dibe sedema kêmasiyeke mezin.

Serokomarê Tirkiyê herwiha got; eger ew rewşa îstisnaî deynin aliyekî jî, hikmê derbarê Selahaddîn Demirtaş de mesela bi hincetên biryara heman dadgehê ya derbarê Partiya Batasunayê ya li Îspanyayê re bi eşkereyî li hev nakin.

Erdogan got ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê eger dixwaze li cem Tirkiyê rûmeta wê hebe, divê beriya her tiştî bizîvire û li nakokiyên xwe binêre.