Li Hewlêrê agir bi parzûngeheke sotemeniyê ket

Li nahiya Kewirgoskê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê agir li parzûngeheke sotemeniyê ket.

Hewlêr (K24) – Li nahiya Kewirgoskê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê agir li parzûngeheke sotemeniyê ket û di encama bûyerê de sê xebatkaran jiyana xwe ji dest dan û xebatkarek jî birîndar bû.

Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Serkewt Kareş ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji ber bûyereke şewatê li parzûngeheke Kewirgoskê, sê kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.”

Serkewt Kareş diyar kir ku xebatkarê birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Kareş herwiha ragihand ku tîmên agirkuj karîne şewatê kontrol bikin.