Berfa ku li Colemêrgê bariya, rêya 64 gundan girt

Li Colemêrgê îsal berfa yekem bariya û bûye sedem ku gelek rêyên gund û qezayan bê girtin.
Colemêrg
Colemêrg

Colemêrg (K24) - Li Colemêrgê îsal berfa yekem bariya û bûye sedem ku gelek rêyên gund û qezayan bê girtin. Berfa zivistana îsal, li bajarên wek Colemêrgê û gelek bajarên li herema Serhedê bariya û astengiyên xwe jî peyda kiriye. Li Colemêrgê jî rêya 22 gundan û 52 mezrikan hatiye girtin.

Bajarê Colemêrgê ku teqrîben 5 mehên xwe bi berfê û barîna berfê derbas dike, îsal jî pêşwaziya yekem pêla berfê kir. Li derdorê bajar û navçeyan 10 cm, li ciyên bilind jî heta 30 cm berf bariya.

Lutfî Tekînalpê bavê 5 zarokan tîne ziman ku dikana wî sotiye û ew bi dezgehdarî hewla debara xwe dide, lê ji ber nexweşîn û rênimayên wê, karê wan baş nîn e û bi sar û sermayê re rewşa wî zehmettir û girantir dibe.

Tekînalp dibêje: “Berê dikana min hebû, lê sotiya û ji neçarî ez li ser dezgehan firoşkarî dikim. Hemû cil û tiştên ku em difiroşin wiha di bin naylonan de, li ser dezgehê ne. Bi hatina berf û sermaye re em perîşan bûne.”

Hatina berfê zehemetî û astengiyan jî peyda dike, hêviya ku başî û bereket peyda bibe jî pêk ve.

Fatma Turan balê dikşîne ku ji ber pandemiyê îsal welatiyan amadekarî nekirine û dê rewşeke gelek xeter destpê bike.

Turan dibêje: “Zivistan hat, lê ne danê me, ne jî dû yê me heye, çî me nîn e. Zivistanên Colemêrgê nexweş in, heta Adar û Nîsanê dê serma be. Tu kesî ne kariye ji malên xwe derbikevin û ne dan û dû ye, ne jî dar û komir hene bo sotandinê. Welatî gişt di qeyranê de ne.”

Şîno Tan jî balê dikşîne ku li gel zehmetiyan başî û xweşiya barîna berf û baranê jî gelek in.

Tan dibêje: “Her ku zivistanan berf û baran bibare û cih û warên me terr bibin baş e. Yanî çawa ku mirov cenazeya dişo û paqij dike, xweza jî xwe wisa nû û paqij dike. Berf û ava ku dibare rehman e ku havînan dibe bereket. Heger mirov nan jî bixwe zehmetî dibîne, loma jî bê zehmetî tiştek çênabe.”

Welatiyên li Colemêrgê, fêrbûyî zivistanên sar, giran û dîrejbin jî, balê dikşînin ku îsal ji ber nexweşîna vîrusê û bergiriyên wê, nekarîne amadekariyên xwe baş bikin û loma jî bi awayekî lewa pêşwaziya zivistan û berfa îsal dikin.