Serok Barzanî bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir

Serok Barzanî bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya zayînî û jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir û tekezî li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Di beşeke din a peyamê de Serok Barzanî tekez kir: “Di vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê dixwazim xûşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da pîroz bikin.”

Herwiha Serok Barzanî di peyamê de got: “Hêvîdar im ev helkeft destpêkek bê ji bo hemû mirovayetiyê ku li sîtemkarî û pejik û nexweşiyan rizgar bibê û aştî û aramî û pêşketin li navçeya me û cîhanê da berqerar be.”