Ozçelîk: Divê hemû kurd xwedî li destkeftiyên Herêma Kurdistanê derkevin

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk radigihîne: “Helwesta Serok Barzanî helwesteke dîrokî, netewî û welatperwerane ye, divê em hemû kurd li pişt helwesta wî bin û piştgiriya wê bikin.”
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk tekeziyê li însiyatîfa xwe dike û radigihîne, “Divê em kurd tev bi helwesteke yekgirtî xwedî li destkeftiyên Herêma Kurdistanê derkevin, ne ku pirsgirêkan jê der dirbixin.”

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û derbarê însiyatîfa ku berî çend rojan pêşkêş kiribû, bersiva pirsên bêjer Cemal Batun dan û ragihand: “Min roja 17ê vê mehê li ser ekrana K24ê bangek li Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê, Serokwezîr û Seroka Parlamentoyê kiribû însiyatîfekê bigirin û bangî alî û kesayetiyên kurd bikin ku em kurd tev bi helwesteke yekgirtî li destkeftiyên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin. Armanca me bi vê yekê ew e, em barê Herêma Kurdistanê sivik bikin, ne ku em pirsgirêkan jê re zêde bikin.”

Ozçelîk diyar kir: “Li ser banga me çend xalên sereke hene. Em dibêjin ku Herêma Kurdistanê, herêmeke federe ye û di destûra Iraqê de hatiye qebûlkirin û hemû dewletên cîhanê jî wê qebûl dikin. Parlamento, Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnertiya îradeya gelê başûrê Kurdistanê ya rewa û hilbijartî dikin. Hêza Pêşmerge, çi aliyê dewleta Iraq û çi ji aliyê dewletên cîhanê vet ê qebûlkirin ku hêzeke rewa û ya parastina Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha got jî: “Xaka Herêma Kurdistanê ku niha bûye du beş, beşek jê wek Kerkûk û Şingalê niha di çarçova madeya 140 de ye. Ev xaka Kurdistanê ye û divê hemû kurd lê xwedî derkevin, da ku vegerin ser Herêma Kurdistanê ve ku di referanduma 25ê Îlona 2017an de gelê me li wê derê bi zelal îradeya xwe serxwebûnê nîşan dabû. Li ser vê bingehê, divê hemû dewletên cîhan, herêmê û hêzên çekdar û ne çekdar rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bigirin.”

Serokê PAKê tekez kir: “Armanca me ne kogreyeke netewî ye, belkû tenê ji bo vê pirsê ye ku niha gelek êrîşan dibin ser Herêma Kurdistanê û di vê dawiyê de PKKê serweriya Herêma Kurdistanê qebûl nake. Em dibînin ku propagandeyeke gelekî girêj heye ku desthilatiya Herêma Kurdistanê tenê wek ya partiyekê bi nav dikin. Em baş dizanin ku planeke hin dewletên heye ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê têk bibin, ji ber wê jî divê em rê li pêş wan xweş nekin. Heger hin kes dixwazin rê li pêş wan planan xweş bikin, divê em bi helwesteke netewî li hember wan rawestin.”

Herwiha got: “Di vê îsiyatîfê de, ne tenê partiyên siyasî, belkû divê kurdên li diyasporayê, kesayetên civaka sivîl, nivîsakar beşdar bibin. Rast e hin pirsgirêkên din ên navxweyî hene û dê hebin jî, lê niha ev destkeftiyên hene di metirsiyê de ne û hin dixwazin wê têk bidin. Ji bo vê, rêveberiya Herêma Kurdistanê bangî hemû kurdên cîhanê bike û bibêje werin em li vê dewleta xwe federe, Pêşmerge û destkeftiyên wê xwedî derkevin.

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk amaje bi helwesta Serok Barzanî kir û got: “Helwesta Serok Mesûd Barzanî helwesteke dîrokî, netewî, hestiyar û welatperwerane ye, divê em hemû kurd li pişt helwesta wî bin û piştgiriya wê bikin.”