Krîstiyanên li başûrê Kurdistanê cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz dikin

Krîstiyanên deşta Neynewa li jêr desthilata hêzên Pêşmerge cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz dikin.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Krîstiyanên deşta Neynewa li jêr desthilata hêzên Pêşmerge cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz dikin û pêşwaziya sersala nû dikin. Krîstiyan dibêjin; Pêşmerge aramî û seqamgîrî ji bo wan dabîn kiriye û ew vedigerin deverên xwe.

Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê amadekariya cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh dikin û mala xwe bi dara krîsmasê dixemilînin.

Jineke 75 salî û mesîhî Zerfa Toma, ji ber DAIŞê û rewşa xirab, endamên malbata wê hemû çû derveyî welat û ew bi tenê maye.

Zerfa Toma diyar dike ku bi saya hêzên Pêşmerge, jiyaneke xweş û aram li ber mesîhiyên vê deverê heye.

Ji ber şerê DAIŞê, çend sal bû mesîhiyên deşta Neynewa ji sersal û pîrozkirina cejnên xwe dûr ketibûn, lê niha ku Pêşmerge devera wan diparêze, hest bi aramiyê dikin û bi kêfxweşî li benda hatina cejnê ne.

Her çiqas ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û rewşa niha ya Iraqê, welatiyên mesîhî biryar dane ku merasîma cejna  krîsmasê û sersalê nekin, lê li deverên li jêr desthilata Pêşmerge mala xwe bi xemilandine û amadekarî kirine û di rewşeke aram û ji berê  û ji deverên din ên Iraqê cuda, pêşwazî li cejn û sersalê dikin.