Li Urmiyê ji ber berfê rêya gelek gundan hatiye girtin

Li parêzgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna berfê, rêya 50 gundan hatiye girtin.
Urmiye
Urmiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna berfê, rêya 50 gundan hatiye girtin.

Ev çend roj in li deverên sînorî yên rojhilatê Kurdistanê berf dibare. Li Urmiyê jî berfek giran bariya û ji ber wê jî rêya bi dehan gundan hatiye girtin.

Bi gotina berpirsên parêzgehê, tevahiya rêyên sereke yên parêzgehê vekirî ne û hatûçûn tê de berdewam e û tîmên taybet mijûlî paqîjkirina rêya wan gund û deveran e ku ji ber berfê hatine girtin.

Herî zêde rêyên gundên ser bi Çaldiranê li parêzgeha Urmiyê hatine girtin ku 40 gund in.

Li parêzgeha Urmiyê bi sedema berfa dijwar, bêtirî 100 kesan di rêyan de asê mabûn, lê hemû hatine rizgarkirin.