Rûsyayê 19 zarokên xwe ji kampên rojavayê Kurdistanê wergirtin

19 zarokên rûsî temenê wan di navbera 3 û 15 saliyê de ne, ji kampa Hol û kampa Roj hatin derxistin û ji bo Moskoyê hatin vegerandin.
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsyayê 19 zarokên xwe yên ku li kampên rojavayê Kurdistanê bûn, duhî vegerandin welatê xwe.

Komîsera Mafên Zarokan a Rûsî Anna Kuznetsova ragihand, 19 zarokên rûsî temenê wan di navbera 3 û 15 saliyê de ne, ji kampa Roj û kampa Holê hatin derxistin û bi firokeyeke Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ji bo Moskoyê hatin vegerandin.

Komîsera Mafên Zarokan a Rûsî diyar kir, piştî pişknînên bijîşkî yên pêwîst ji wan zarokan were kirin, dê radestî xizmên wan bibin.

Kuznetsova diyar kir jî, belgeyên 96 zarokên din ên rûsî ên niha li kampên penaberan li Sûriyeyê dimînin hene, ew jî di demên bê de ji bo Rûsyayê bêne veguhastin.

Li kampên rojavayê Kurdistanê û bi taybet li kampa Holê dora 65 hezar kes tê de hatine niştecîkirin, piraniya wan malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne. Rêveberiya Xweser jî her dem bang li welatan dike ku welatiyên xwe werbigirin.