Li Lubnanê konên penaberên sûrî hatin şewitandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama şerekî di navbera xelkê Lubnanê û penaberên sûrî de, bi dehan konên penaberan hatin şewitandin û 3 kes jî birîndar bûn.
Medyaya Lubnanî belav kir, li bajarokê Menya ya bakurê Lubnanê şerekî bi destan di navbera çend kesên ji malbateke Lubnanî û karkerên sûrî de derket, di encamê de 3 kes birîndar bûn. Herwiha endamên wê malbata Lubnanî konên kampê şewitandin.
Li gor zanyariyan, ji ber agir, çend bitlên gazê yên di nava kampê de teqiyan û agir zêde belav bû û kelûpelên di nava konan de şewitîn.
Hat zanîn, ambulans, tîmên berevaniya sivîl û tîmên agirkujê agir vemirandin. Yekîneyên ji artêşa Lubnanê jî destêwerdana wî şerî kir û rewş kontrol kir.
Li gor amarên Netewên Yekgirtî, zêdetir ji milyonek penaberên sûrî li Lubnanê bi cih bûne.