Li Ewrûpa vaksînlêdana giştî dest pê kir.. Li Almanya jineka 101 salî yekem kes bû!

Li Almanya jinek a 101 salî yekem kes bû, ku Vaksîna Pfizer wergirtî. Seroka Komisyona Yekîtiya Ewrûpa jî ragihand, dem hatiye rûpelek nû vekin û dest bi jiyanek asayî bikin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî derbasbûn a hefteyekê bi ser pesendkirina Vaksîna Pfizer-Biontech ji alî Desteya tendirustî ya Yekîtiya Ewrûpa ve, îro helmetek berfereh li welatên Ewrûpa, bo pêdan a vaksînê bi kesên bitemen û karmendên kerta tendirustiyê destpê kir. Bi firoke û kamyonan, 300 milyon Vaksîn bi ser 27 welatên Ewrûpa hatine belav kirin.

Wezîrê tendirustî yê Fransa got, Vaksîna Pfizer bo rêgirtin ji belavbûn û bidawîanîn a Vayrosa Korona dinav Yekîtiyê de, bandorek baş heye.

Li Almanya jinek a 101 salî yekem kes bû, ku Vaksîna Pfizer wergirtî. Seroka Komisyona Yekîtiya Ewrûpa jî ragihand, dem hatiye rûpelek nû vekin û dest bi jiyanek asayî bikin.