Keçeke Şingalî peyama aştî û pêkvejiyanê li Mûsilê belav dike

Şeyma Ebas keçeke Şingalê ya koçber e bi cilûbergên Papa Noel çûye Mûsilê û li tax û kolanên wê digere û lîstokan li zarokan belav dike.
kurdistan24.net

Şingal (K24) – Şeyma Ebas keçeke Şingalê ya koçber e û wek çalakvan kar dike. Şeyma bi cilûbergên Papa Noel çûye Mûsilê û li tax û kolanên wê digere û lîstokan li zarokan belav dike. Şeyma ji K24ê re dibêje: DAIŞê ziyaneke mezin gihandiye hemû xelkê Iraqê û bi taybetî gihandiye pêkhateyan, loma min xwast peyama aştî û pêkvejiyanê belav bikim.

Şeyam Ebas ji K24ê re got: “Ez keçeke Şingalî ya koçber im û li Hewlêrê dimînin. Armanca min ji vê karî ew e, peyama aştiyê li vir belav bikim û hêviyekê ji xelkê û bi taybet ji zarokan re dirust bikim. Çendî ji min re gotin neçe vê derê û metirsî heye, lê ez rijd bûm ku van zarokan dilxweş bikim.”

Herwiha dibêje: “Nameya min xwastiye belav bikim, ji bo mirovahiyê bi tevahî ye ku ti cudahî di navbera me de nîn e. Niha ez keçeke kurd a Şingalî me. Ez îro hatime vê çalakiyê bikim, wek ti cudahiyeke olî û netewî di navbera me de tune ye û her sal jî bi şadî û dilxweşî cejna Krîstiyanan pîroz dikim. Ez ji hemû pêkhateyan re dibêjim ku zarok hemû bi hev re ne.”