Li nav ava Hurmuzê termê deryavanekî Îranî hat dîtin

Heft keştîvanên Îranê, roja îna borî li gewriya Hurmuzê winda bûbûn û îro termê yek ji wan hat dîtin.
Hêzên deryayî yên Îranê
Hêzên deryayî yên Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Heft keştîvanên Îranê, roja îna borî li gewriya Hurmuzê winda bûbûn û îro termê yek ji wan hat dîtin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê belav kiriye ku medyaya Îranê ragihandiye; yek ji wan keştîvanên Îranî hatiye dîtin ku êvara îna derbasbûyî winda bûbûn.

Hêzên deryayî yên Îranê ji roja şemiyê ve li wan keştîvanên windabûyî digerin.

Tîma keştîvanan, ji şeş kesên Îranî û kesekî Hindistanî pêk dihat.

Berpirsê Saziya Keştîvanî yê li Parêzgeha Hurmuzgan, Îsmaîl Mekîzade ragihandibû; ew keştî êvara îna borî li dûrahiya 25 mîl li başûrê rojhilatê girava Larik li nêzîkî gewriya Hurmuz winda bûye.