Nûnerên karkeran: Mûçeyê ku hatiye diyarkirin têra debarê nake

Ji bo sala 2021ê kêmtirîn mûçe wek 2 hezar û 825 lîre hat destnîşankirin. Kêmtirîn mûçe di sala 2020an de 2 hezar û 325 lîre bû.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji bo sala 2021ê kêmtirîn mûçe wek 2 hezar û 825 lîre hat destnîşankirin. Kêmtirîn mûçe di sala 2020an de  2 hezar û 325 lîre bû û 500 lîre hat ser. Nûnerên karkeran ji mûçeyên nû nerazî ne û dibêjin divê herî kêm 3 hezar û 800 lîre be, da ku debar pê bibe.

Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê bi civîneke çapemeniyê kêmtirîn mûçeyê sala 2021ê ragihand.

Li gorî daxuyaniya wezaretê dê di sala 2021ê de mûçeya herî kêm 3 hezar û 577 lîre be û ji ber ku 750 lîre jî wek bac jê tê birrîn dê mûçeyê herî kêm ê bikeve destê karkeran de 2 hezar û 825 lîre be. Li ser vê yekê jî saziyên sivîl ên nûnerên karker û xebatkaran bertek nîşandan û amajekirin ku ne pêkan e bi 2 hezar û 825 lîreyan debara malbatekê were kirin. Serokê Konfederasyona Sendîqeyên Karkeran a Tirkiyeyê yê Şaxa Diyarbekir Bahrî Zulkuf Karakoç amaje kir ku mûçeyê hatiye destnîşankirin tenê têra 1 kesî dike û ne pêkan e malbatek pê debara xwe bike.

Bahrî Zulkuf Karakoç ji Kurdistan24ê re ragihand: “Dema ku mûçeyê herî kêm were destnîşankirin pêwîst e pêdiviyên karkeran û malbatên karkeran ber çav werin girtin. Lê ev yek nayê kirin. Mafê hemû malbatê di wî mûçeyî de heye. Wekî ku karker tenê ji bo xwe xerc dike tê amadekirin. Her wiha her sal ev mûçe dibe mijara bazarê. Nayê qebûlkirin ku bibe mijara bazarê.”

Karker û xebatkar dibêjin ji xwe li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê hebû û ev qeyran bi pêvajoya pandemiyê kûrtir bû. Nûnerê Konfederasyona  Sendîqayên Karkerên Şoreşger ê Herêmê Hasan Hayrî Eroglu balê dikêşe ku dema biryara mûçeyê nû hat dayîn qet şert û mercên giran ên Tirkiyeyê berçav nehatine girtin.

Hasan Hayrî Eroglu diyar kir: “Em dixwazin 3 hezar û 800 lîre bistînin. Herî kêm ewqas dikare têra debara me bike. Her tişt biha buye, rewşa darayî ne baş e. Bi mûçeyê niha debara me nabe. Em dixwazin jyaneke birûmet bijîn.”

Mûçeyê herî kêm li Tirkiyeyê bo destpêka sala 2020an wek 2 hezar û 325 lîre hatibû ragihandin û piştî salekê jî %21 hat zêdekirin û 500 lîre çû ser. Konfederasyona Sendîqeyên Karkeran a Tirkiyeyê dide zanîn ku tenê pêdiviya xwarin û vexwarina malbatek 4 kes  2 hezar û 516 lîre ye ku dimîne 309 lîre û ne pêkan e têra pêdiviyên ên malê bike.