Pisporê Rûsî: Divê li Sûriyê rêz li mafên Kurdan were girtin

Pisporê Rûsî yê Karûbarên Sûriyê Andrey Ontîkov ragihand ku li Sûriyê divê rêz li mafên Kurdan were girtin
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Pisporê Rûsî yê Karûbarên Sûriyê Andrey Ontîkov ragihand ku li Sûriyê divê rêz li mafên Kurdan were girtin û bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin û girêdayî kultura xwe bin. Herwiha Ontîkov dibêje: “Em dixwazin gotûbêja rasterast di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyê de hebe, ne tenê girêdayî Eyn Îsayê, bi awayekî giştî hemû navçeyên rojhilatê Feratê têkeve bin desthilata Sûriyê.”

Andrey Ontîkov ji Moskowê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser çarenûsa bajarokê Eyn Îsayê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa “Gelo li Sûriyê planeke nû ya Rûsya, Tirkiye û Sûriyê tê pêkanîn?”, Andrey Ontîkov got: “Bêguman Rûsya naxwaze operasyona nû ya serbazî ya Tirkiyê bi ser wê deverê de hebe, bi vê yekê jî em dibînin ku Rûsya hêzê dişîne wê deverê, ya duyem jî Rûsya hewl dide ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ên Kurd wê navçeyê radestî deshilata Sûriyê bikin.”

Andrey Ontîkov diyar kir: “Dema Kurd Eyn Îsayê radestî desthilata Sûriyê bikin, bêguman ez dûr dibînim ku operasyona serbazî ya Tirkiyê çêbe. Ev pêngava Kurdan jî dê rêgir be li ber wê operasyonê.”

Li ser pirsa “Efrîn ji destê Kurdan derket, niha jî Rûsya dixwaze Eyn Îsa radest bike, gelo ev daxwazên Rûsyayê heta kengî berdewam bibe?”, Ontîkov eşkere kir: “Em dixwazin gotûbêja rasterast di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyê de hebe, ne tenê girêdayî Eyn Îsayê, bi awayekî giştî hemû navçeyên rojhilatê Feratê têkeve bin desthilata Sûriyê.”

Ontîkov li ser pirsa "Gelo hûn bawer dikin ku rejîma Sûriyê mafên netewî yên Kurdan dê nas bike?" diyar kir: “Bêguman, ji sedî sed, ez jî dibêjim ku di sala 2017an de Rûsyayê pêşniyar kir di hin rûniştinên Astanayê de ku projeya destûra nû ya Sûriyê. Ew pêngav şaş bû û gelek rexne jî li ser vê projeya Rûsyayê hebû.”

Andrey Ontîkov dibêje: “Divê ji Kurdan re mafên wan ên rewşenbîriyê hebin û rêz li mafên Kurdan were girtin û bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin û girêdayî kultura xwe bin. Em wisa dibînin ku Kurd beşeke sereke ya Sûriyê ne û jê cuda nabin. Rûsya hewl dide ku hêzên Kurdî tevlî artêşê bibin.”