Li Îranê 149 kesên din bi Koronayê mirin

Li Îranê di nav 24 demjimêran de 149 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) mirin.
Îran
Îran

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îranê di nav 24 demjimêran de 149 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) mirin û zêdetirî 6 hezar kes jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand; di nav 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 272 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Wezaretê herwiha da zanîn, ji duhî ve 149 kes jî bi vîrûsa Koronayê mirine û derdora 5 hezar nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên herî dawî, hejmara pêketiyên Koronayê li Îranê gihîştiye milyonek û 218 hezar û 753 kesan.

Ji wan kesan, derdora 978 hezar kes baş bûne û zêdetirî 55 hezar kes jî mirine.