Pispor: Heyamekê nedîyar li pêşiya Tirkiye û Ewropayê ye

Peywendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê ji ber mijarên Rojhilatê Behra Spî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di qonaxekê hesas û aloz da derbas dibin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Peywendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê ji ber mijarên Rojhilatê Behra Spî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di qonaxekê hesas û aloz da derbas dibin. Di ser da jî wê di meha Adarê di Lûtkeya Ewtopayê da egera gemaroyan li ser Tirkîyê bê guftûgokirin. Li gorî pisporên Tirkîyê, di heyama nû da ji ber ku li dewsa Almanyayê wê Portekîz serokatîya Yekîtîya Ewropayê bike û ji ber cîbîcihnekirina biryara Dadgeha Ewropayê ya bo Demîrtaş heyamekê nedîyar li pêşîya Tirkîye û Ewropayê ye.

Ev demek e peywendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê ji ber mijarên wek rojhilatê behra spî, penaberên Sûrî û ji ber biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê peywendîyên her du alîyan di qonaxekê hesas û aloz da derbas dibin.

Li gorî akademîsyen Naîl Alkan, di heyama nû da ji ber ku li dewsa Almanyayê wê Portekîz serokatîya Yekîtîya Ewropayê bike ne dîyar e ka wê peywendî ber bi ku ve biçin.

Prof. Dr. Naîl Alkan dibêje: "Di meha Adarê da ji ber helwesta hin welatan û Almanyayê biryara dorpêçan nehatibû dayîn. Lê di heyam Portekîzê da wê helwesta Portekîzê çawa be em nizanin. Di mijarên aloz da divê Tirkîyê bi Ewropayê ra li ser maseya mizakereyê rûnê. Jixwe mijara penaberan destê Tirkîyê xurt dike. Lê di navbera her du alîyan da problema bawerîyê heye. Divê çareser bikin."

Li alîyê din li gorî Sekreterê Giştî yê sazîya SASAMê Muhammed Işik, Enqere peyama reforman dide Ewropayê û ji Ewropayê jî derbarê paneberan da li benda cîîbichkirina wehdên berê ye.

Pisporê Ewlehîyê Muhammed Işik diyar dike: "Ev demek e peywendîyên Tirkîye û Ewropayê derbejêr û derbejor e. Lê li gorî min wê di heyama nû da Tirkîye bi hin welatên Ewropayê ra peywendîyên baş yên dualî durust bike. Jixwe Enqere peyama reforman dide. Lê dixwaze bi taybteî di warê penaberan da Ewropa sozên bicih bîne. Ez bawer nakim di Adarê da jî biryara dorpêçan bê dayîn."

Di Lûtkeya Yekîtîya Ewropayê ya 10-11ê Kanûnê da li dijî Tirkîyê biryara gemaroyan nehatibû dayîn, lê belê biryar hatibû dayîn ku ger Tirkîye heta din ava 3 mehan da xebatên xwe yên li Rijhilatê Behra Spî nede rawestandin ew ê di Lûtkeya Adara 2021an da biryara dorpêç û gemaroyan bidin.